Bahoza "Bavi" Rojhilatê Asyayê hejand

Cîhan 02:02 PM - 2026-07-11
Wêneya Rewşê AFP

Wêneya Rewşê

Rayedarên Çînî zêdetirî 600 heza kes ji deverên wan veguhastine û geştên hewayî li Taywanê rawestandine û bêhnvedana giştî li Taywanê ragihandin ji ber ku bahoza (Bavi) li welatên Rojhilatê Asyayê xist, li Filipînê 17 kesan cane xwe ji dest dane û li Taywanê bi dehan kes birîndar bûne.

Îro Şeme 11/7/2026`an rayedarên Çînî ji bo amadekariyên hatina bahoza (Bavi) li bajarê Wenzhou yê rojhilat zêdetirî 600 hezar kes veguhastine cihên aram.

Ev jî pişt ku, bahoz bi baranên giran û ba û baranên bihêz ji giravaên Sakishima ya li başûrê Japonya û bakurê Taywanê derbas bûne.

Tê payîn ku bahoz sibê li peravên Wenzhou, ku bajarekî bi qasî 10 mîlyon nifûs e, bixe.

Medyaya fermî ragihand ku zêdetirî nîv mîlyon kes li parêzgeha Zhejiang û zêdetirî 100 hezar kes li parêzgeha Fujian hatine veguhastin. Li Filipînê 17 kesan ji ber bahoza Bavi jiyana xwe ji dest dane.

Fermangeha agirkujiyê ya Taywanê ragihand ku 87 kes birîndar bûne, piraniya wan ji ber ketina li ser motorsîklet û bisiklêtan an jî ji ber ketina dar û tiştan.

Ji ber bahozê 920 geştên navneteweyî hatine helweşandinê, geştên Balafirgeha Navneteweyî ya Taywanê asteng kirin û 282 geştên navxweyî rawestandin.

Hemû bajar û parêzgehên Taywanê îro wekî bêhnvedana fermî hatin ragihandin û dibistan û fermangeh hatin girtin.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket