Amerîka daxwaza vekirina Hurmizê ji Îranê dike

Cîhan 09:28 AM - 2026-07-11
Artêşa Pasdaran li Hurmiz ajans

Artêşa Pasdaran li Hurmiz

Îran Amerîka

Washingtonê ji Tehranê xwestiye ku di daxuyaniyek fermî de piştrast bike ku wan êrîşên li ser keştiyên li Tengava Hurmizê rawestandine û hemî xetên keştîvaniyê yên li Kendavê ji bo veguhestina bê pere vekirî ne, Îran jî Amerîkayê bi binpêkirina peymana têgihîştinê tawanbar dike.

Li gorî malpera Aksiyos, rayedarên Amerîkî aşkere kirine ku Washingtonê ji Îranê xwestiye ku daxuyaniyek fermî bide û piştrast bike ku wan êrîşên li ser keştiyên li Tengava Hurmizê rawestandine û hemî xetên keştîvaniyê yên li Kendavê ji bo veguhestina bê pere vekirî ne.

Rayedarekî Amerîkî got, "Yan ew ê wê daxuyaniyê bidin me an jî em ê tiştek nebînin ku em pêşkêşî wan bikin," û nîşan da ku berdewamiya danûstandinan bi helwesta Tehranê ve girêdayî ye.

Li hemberî wê yekê Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Iraqçî got ku; Tehranê hemî sozên ku di peymana têgihîştinê de bi Amerîkayê re hatine dayîn bicîh aniye, Amerîkayê xala 9an a peymana têgihîştinê binpê kiriye.

Eve jî di demekê de ye ku, êrîşên hefteya borî yên li ser keştîyan rastî bertekek tund ên Washingtonê hatiye, Serokê Amerîkayê Donald Trump ji bo tolhildanê ferman da ku êrîşî çend armancên Îranê bikin û dawî li peymana agirbestê ya ku di meha Hezîranê de di navbera her du welatan de hatibû îmzekirin, ragihand. Lihevkirinên berê hebûn.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket