Navbeykar hewl didin rageşiya navbera Amerîka û Tehranê kontrol bikin û vegerin ser lihevkirinê

Cîhan 01:10 PM - 2026-07-10
Alaya Amerîkayê û Îranê PUKMEDIA

Alaya Amerîkayê û Îranê

Li gorî ragihandina du çavkaniyên ji welatên navbeynkar û berpirsyarekî Amerîkî ji malpera nûçeyan a "Axios" re, Pakistan, Qeter û navbeynkarên din ên li herêmê hewl didin ku rageşiya navbera Amerîkayê û Îranê de kêm bikin û danûstandinên navbera her du aliyan ji nû ve zindî bikin.

Her weha got ku her çend Serokê Amerîkayê Donald Trump roja Çarşemê bidawîbûna yadeştnameya têgihîştinê û agirbesta bi Îranê re ragihand û ferman da ku du dewrên êrîşên esmanî werin kirin, ew zêdetir giranî dide ser ji nû ve vekirina Tengava Hurmuzê û hîn jî bi fikar e ku xwe ji vegera li şerekî berfireh biparêze.
Navbeynkar di wê baweriyê de ne ku her du aliyan di danûstandinan de ber bi rêkeftinekê ve gav avêtine û dixwazin rê li ber hilweşîna yadeştnameyê têgihîştinê bigirin.

Çavkaniyan eşkere kir ku berpirsyarên Qeterî, Pakistanî, Tirk, Misirî û Siûdî roja Çarşemê gelek peywendiyên telefonî bi berpirsyarên Amerîkî û Îranî re kirine, bi armanca ku rewşê aram bikin.
Li gorî daxuyaniyeke ku li ser kanala wî ya Telegramê hatî weşandin, Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Eraqçî ji Fermandarê Artêşa Pakistanê Asim Munîr re ragihandiye ku êrîş û daxuyaniyên Amerîkayê binpêkirina yadeştnameya têgihîştinê ne.
Jêdereke herêmî yê ku beşdarî navbeynkariyê bûye got: Hewldanên dîplomatîk ên gur tên kirin da ku pêşî ligel her du aliyan li ser kêmkirina rageşiyê lihevkirinek pêk bê, piştre jî demekê ji bo gera din a danûstandinên di navbera tîmên teknîkî de bê diyarkirin.
Berpirsekî Amerîkî destnîşan kir ku roja pêncşemê aram bû bi saya encama hewldanên kêmkirina rageşiyê bû.
Li gora "Axios", Trump piştî nîvroya pênşemê ligel berpirsên payebend ên ewlehiya neteweyî civîneke pêk anî da ku rageşiya ligel Îranê û rêyên pêşveçûna di peymanê de gotûbêj bikin.
Piştî civînê, berpirsekî Amerîkî ragihand ku rêveberiya Trump "hîn jî pabendî dîtina çareseriyeke dîplomatîk e û guftûgoyên teknîkî ji bo gihîştina bi peymaneke navokî berdewam in."
Her wiha anî ziman: Trump helwesta xwe pir eşkere nîşan da û êrîşên Îranê yên li ser keştiyên nêzîkî Tengava Hurmizê wekî çalakiyên terorîstî hesiband.

PUKMEDIA 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket