Darbaz Kosret Resûl malavayî li Rêvebirê Ofîsa Japonya kir

Kurdistan 08:52 PM - 2026-07-08
Darbaz Kosret Resûl û Ishizoka Hitoshi Nivîsingeha Rojnamevanî ya Darbaz Kosrat Resûl

Darbaz Kosret Resûl û Ishizoka Hitoshi

Endamê Mekteba Siyasî û Berpirsê Mekteba Peywendiyan ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Derbaz Kosret Resûl pêşwazî li şandeke dîplomatîk ya balyozxaneya Japonya li Îraqê kir.

Hevdem bi boneya bidawîhatina erkê xwe li Herêma Kurdistanê, malavayî li Ishizoka Hitoshi, Rêveberê Ofîsa Japonya li Hewlêrê kir û di erkê wî yê nû de serkeftin jê re xwest.

Piştre ew bi Tomohiro Matsushima û Mayuki Nishimura, berpirsên beşa siyasî ya balyozxaneya Japonya li Bexdayê re civiya, daku li ser pêşketinên herêmî û peywendiyên di navbera Japonya û Îraqê de gotûbêj bikin û rêbazên pêşxistina peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û kompaniyên Japonî de, bi taybetî di kertên aborî û nûjenkirinê de, destnîşan kirin.

Hevdem tekezî li ser dirustkirina peywendî û hevrêziyê di navbera Hîroşîma, Nagazakî û Helebçe de hate kirin;ku Helebce ji ber êşên ku ji ber çekên kîmyayî kişandiye, ji bo naskirina qurbaniyên xwe û piştgirîkirina ji nûve avakirina wê, pêdivî bi bêtir baldariya civaka navneteweyî heye.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket