Brandeke kincan çîrokeke taybet bi kurdan vedibêj

Kurdistan 01:36 PM - 2026-07-08
Cil û Kinc PUKMEDIA

Cil û Kinc

Jin


Xanimeke Kurd dîzaynekî nû yê kincên Kurdî çêdike ku derbirîna "Jin, Jiyan, Azadî" dike û dibêje: Armanca min ew e ku jin kincîn li xwe bikin ku ne tenê xweşik û rindik be, lê belê nirxek, çîrokek û peyamek di pişt re hebe.

Ejîn Gerdî, xanimeke Kurd a xelkê Hewlêrê ye û xwediyê markeya kincan a "Revîra Rîvêrî" ye ku markeyeke luks a cilûbergên havînê ye. Armanca wê ew e ku jin cilûbergekî li xwe bikin ku ne tenê xweşik be, lê belê nirxek, çîrokek û peyamek di pişt re hebe.
Ejîn Gerdî derbarê markeya xwe de dibêje: Cilûberg ne tenê kinc e, divê çîrokan vebêje, hestan çêbike û bandoreke baş li ser cîhanê bihêle.

Her wiha dide zanîn: Di bingeha markeya 'Revîra Rîvêrî' de felsefeyeke taybet a hunerî heye; li ser kincên vê birandê, li şûna çêkirina nexş û dîzaynên asayî, berhemên hunerî yên resen dibin cilûberg.
Ejîn, di van çend rojan de kolekşineke nû ji markeya xwe xiste bazarê ku îlhama xwe ji peyvên bihêz ên "Jin, Jiyan, Azadî" girtiye û bi hevkariya hunermendên Kurd, nasname, berxwedan, hêza jinan û hêvî xistiye nav modayê .

Yek ji taybetmendiyên herî girîng ên vê marşeyê ew e ku ne li dijî jîngehê ye, lê belê dostê jîngehê ye û ev yek jî ji aliyê rêxistinên navneteweyî yên naskirî yên wekî (OEKO-TEX) û (Lenzing) ve hatiye piştrastkirin.

PUKMEDIA 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket