Bihayê petrolê bi awayekî berçav bilind bû

Aborî 10:16 AM - 2026-07-08
petrol PUKMEDIA

petrol

Bihayê petrolê li bazarên cîhanê bi awayekî berçav bilindbûn bi xwe ve dît û her bermîleke Brênt bi zêdetirî 76 dolaran tê firotin, sedema vê yekê jî ji bo destpêkirina rageşiya di navbera Amerîka û Îranê de vedigere.

Li gorî malpera (Oil Price), bermîleke petrola Brênt du dolar û 33 sent bilindtir bûye û bi 76 dolar û 49 sentan tê firotin. Hevdem, bermîleke petrola Teksasê du dolar û 19 sent bilind bûye û bi 72 dolar û 63 sentan tê firotin.

Sedema bilindbûna bihayê petrolê ji bo destpêkirina rageşiya di navbera Amerîka û Îranê de vedigere, ku şeva borî Amerîkayê 80 boneyên (pêgehên) Îranê li deverên cihêreng ên wî welatî bombebaran kirin, berê jî êrîş kiribûn ser sê keştiyan li Tengava Hurmuzê.

PUKMEDIA 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket