Ji bo şîna Rêberê Bilind Elî Xameneyî 10 parêzgehên Îraqê betlane ragihandin

Êraq 10:59 AM - 2026-07-07
Wêneyek merasîma xatirxwestinê li Tehranê Taybet

Wêneyek merasîma xatirxwestinê li Tehranê

Îraq Îran

Îro termê Rêberê Bilind yê berê yê Îranê Elî Xameneyî dê bigihêje Îraqê û merasîmeke malavayiyê dê were lidarxistin.

Biryar e îro Sêşem rêkefta (07-07-2026) an termê rêberê berê yê Îranê Elî Xamineyî bi riya firokxaneya Necefê bigihîje Îraqê û merasîmeke malavayiyê dê were lidarxistin û ji ber merasîma pêşwaziyê li 10 parêzgehên Îraqê betlaneya fermî hatiye ragihandin ku li çend parêzgehan ev betlane dê rojekê û li hindek din jî du rojan bidome.

Rêveberiya herêmî ya bajaran sibê roja Çarşemê rêkefta (08-07-2026) an betlaneyek ragihand ku, li bajarên Kerkûk, Bexda, Necef, Zîqar, Musene û Kerbela dê betlane be, ev yek ji bo hêsankirina beşdarbûna niştecihan di merasîma şînê û malavayiya dawî ya termê Rêberê Bilind yê berê Elî Xamineyî de ye.

Rêveberiyên parêzgehê her wiha destnîşan kirin ku beşek ji parêzgeh wekî Diyala, Babîl, Meysan û Dîwaniye,du rojan li hemû saziyên dewletê wekî betlane hatine ragihandin, lê taqîkirinên xwendingeh û zanîngehê nagirin nav xwe.

Çavkaniyan bernameya merasîman wiha aşkere kirin sibê roja Çarşemê rêkefta 08-07-2026 an merasîma girseyî ya malavayiyê li termê Xamneyî li Necefê dê birêve biçe; êvarê jî ewê ji bo merasîmên olî û girseyî ber bi Kerbelayê ve were birin, piştre jî ji bo veşartinê dê dîsa ber bi Qumê, Îranê ve werin birin.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket