Îraqê 25 milyon dolarên gendeliyê ji derveyî welêt vegerandiye

Êraq 04:08 PM - 2026-07-04
Pereyên hatine vegerandin Arşîv

Pereyên hatine vegerandin

Wezareta Dadê ya Îraqê eşkere kir ku di du salên borî de zêdetirî 25 milyon dolar ji derveyî welêt hatine vegerandin her weha tekez kir ku wan li pênc welatên din dozên yasayî vekirine daku pereyên dizî vegerînin.

Berdevkê Wezareta Dadê Ehmed Leîbî ragihand ku vegerandina pereyan bi hemahengiya Komîsyona Federal ya Gendeliyê pêk hatiye, her weha vegerandina pereyan li gorî Rêkeftinnameya Neteweyên Yekbûyî ya li dijî Gendeliyê û yadeşnameya Têgihîştinê bû.

Berdevkê Wezareta Dadê derbarê vegerandina pereyê astengkirî de wiha rave kir: Îraqê kariye zêdetirî 3 milyon dolarên ku di navbera salên 2025 û 2025an de li Lubnanê hatibûn astengkirin, vegerîne; her wiha, wan kariye 20 milyar û 487 milyon û 308 hezar dolarên din jî di berjewendiya Banka Navendî ya Îraqê de vegerînin.

Her weha dibêje: yek milyar û 706 milyon dolarên din ji Urdunê hatine wergirtin,ku wî tawanbarekî reviyayî bi xwe re biriye, û her wiha ji bo vegerandina pereyên xwe yên astengkirî tedbîrên qanûnî girtiye.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket