Li Silêmaniyê pêvajoya wergirtina genim destpê kir
Kurdistan 12:20 PM - 2026-06-13
Sîloya Silêmanî
wergirtina Genimê Cotkaran
Îro 13/6/2026,
li parêzgeha Silêmaniyê pêvajoya wergirina genimê cotkaran destpê kir û
hikûmeta federal jî 400 hezar ton genim werdigre, rêveberiya bazirganî ya
Herêma Kurdistanê jî aşkere dike: Du kompanyayên neteweyî yên li Herêma
Kurdistanê amade ne ku genimê li sîloyan mayî ji cotkaran bikirin.
Newzad Şêx
Kamil, Rêveberê Giştî yê Bazirganiyê yê Herêma Kurdistanê , di civîneke rojnamevanî
de got: Li gorî pişka ku ji hêla hikûmeta federal ve ji bo Herêma Kurdistanê
hatiye veqetandin, bi tevahî 400 hezar ton genim ji cotyaran werdigre, ew rêjeye
jî bi ser du curan dabeş dike bi awayekî ku nêzîkî 292 hezar ton genim dê di
çarçoveya plana fermî de were berhevkirin, û 108 hezar tonên mayî dê ji
cotkarên li derveyî planê werin berhevkirin û radestî sîloyan werin kirin.
Derbarê ew
rêjeya ku dimîne jî cotyar wê çawa li bazaran bifroşin, Rêveberê Giştî yê
Bazirganiyê yê Herêma Kurdistana got: Du kompaniyên niştimanî amade ne ku
genimê mayî ji cotkaran bi bihayek ji bihayê bazarê bilindtir û ji bihayê
sîloyan kêmtir bikirin.
Nesrîn
Ehmed, rêvebera bazirganiya sîlo û bazirganiya dexlûdanan li Silêmaniyê, ragihand:
Ji bo rêgirtina li qerebalixiyê û hêsankirina pêvajoyê, dê ji cotkaran were
xwestin ku bi rêya pergaleke nû ya elektronîkî xwe tomar bikin û genimê xwe bi
dorê radest bikin.
Nesrîn Ehmed
got: Sîloyên li Silêmaniyê û Helebçeyê xwedî kapasîteya tevahî ne ku mîqdara
genimê ku ji wan re hatiye veqetandin hilînin, ku ji 161 hezar tonî zêdetir e û
hemî dê bi tevahî werin wergirtin, tevî ku hin genim ji salên berê (sala borî û
pêrar) hîna hene.
Eve jî di
demekê de ye ku, îsal pêvajoya bazarkirina genim ji nû ve hatiye organîzekirin
û rêz dê elektronîkî be û cotkar divê berî ku berhemên xwe veguhezînin sîloyan.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Amerîka û Îranê ji dûr ve yadeştnameya têgihîştinê îmze kirin
09:51 AM - 2026-06-18 -
Duyemîn salvegera Roja Cîhanî ya Diyaloga Navbera Şaristaniyan li Hewlêrê hate vekirin.
10:45 PM - 2026-06-17 -
Rohilat Efrîn:Aramiya Sûriyê girêdayî naskirina nasnameya serbazî ya jinê ye
08:22 PM - 2026-06-17 -
Du rewşên Taya Xwînberûnê li Hewlêrê hatine tomarkirin
06:39 PM - 2026-06-17
zêdetir tamaşe bike
Tekez li ser yekgirtina hewildanên ji bo rûbirûbûna pirsgirêkên ewlehiyê hat kirin
09:32 PM - 2026-06-18
Mehmûd Sengawî ji bo Serok Bafil: YNKê di destek emîn de ye
05:07 PM - 2026-06-18
Serok Bafil û Erecî: Divê hevkariya di navbera dezgehên ewlekariyê de berdewam bin
04:06 PM - 2026-06-18
Serokomar: Çapemeniya azad goşeya bingehîn ya avakirina dewletê ye
03:09 PM - 2026-06-18
zortrin xwendraw
-
Amerîka û Îranê ji dûr ve yadeştnameya têgihîştinê îmze kirin
Cîhan 09:51 AM - 2026-06-18 -
Mehmûd Sengawî ji bo Serok Bafil: YNKê di destek emîn de ye
Kurdistan 05:07 PM - 2026-06-18 -
Serokomar: Çapemeniya azad goşeya bingehîn ya avakirina dewletê ye
Êraq 03:09 PM - 2026-06-18 -
Erecî: Mam Celal serkirdeyekî mezin ê Îraqê û komkerê aliyan bû
Kurdistan 12:22 PM - 2026-06-18 -
Serok Bafil û Erecî: Divê hevkariya di navbera dezgehên ewlekariyê de berdewam bin
Kurdistan 04:06 PM - 2026-06-18 -
Rifet Ebdullah: Çemçemal hêjayî xizmet û projeyên zêdetir e
YNK 02:13 PM - 2026-06-18 -
Tekez li ser yekgirtina hewildanên ji bo rûbirûbûna pirsgirêkên ewlehiyê hat kirin
Êraq 09:32 PM - 2026-06-18 -
Dahata sala borî zêdetir ji 6 milyar dînare
Kurdistan 09:12 AM - 2026-06-19






Aplîkêşin

