Bexda tenê 400 Hezar Ton Genim dê ji Herêma Kurdistanê wergire

Kurdistan 11:29 PM - 2026-06-12
Wezîrê Bazirganî yê Îraqê li Hewlêrê ragihandina wezaretê

Wezîrê Bazirganî yê Îraqê li Hewlêrê

Herêma Kurdistanê

Wezareta Bazirganiyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê radestkirina genim ji bo sala heyî ragihand.

Daxuyaniyek ji Wezareta Bazirganî û Pîşesaziyê ya Hikûmeta Herêmê destnîşan kir ku "pêvajoya radestkirina genim ji cotkarên Herêma Kurdistanê destpê kiriye, û îsal 400 hezar ton genim dê ji cotkarên herêmê were wergirtin û radestî Bexdayê bikin."

Daxuyaniyê zelal kir ku "bihayê genim dê wiha bin: Bexda dê bihayê 292 hezar ton genim bi 700 hezar dînarên Îraqî bikire ji bo her tonekê û dê 108 hezar tone din jî ji bo her  tonekî bi 500 hezar dînaran were kirîn.

Di daxuyaniyê de hat zêdekirin ku genimê wergirtî li ser parêzgehên Herêma Kurdistanê wiha tê belavkirin:

- Hewler: 122,680 ton
- Duhok: 116,083 ton
- Silêmanî: 150,209 ton
- Helebce: 11,028 ton

Pêştir Wezîrê Bazirganiyê yê Îraqê Mistefa Nizar El-Anî îro roja Înê destpêkirina werzê bazarkirina genim a 2026an li Parêzgeha Hewlêrê ragihandibû.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket