Deriyê sinorî ya navbera Qamişlo û Nisêbînê dê bê vekirin

Kurdistan 09:12 PM - 2026-06-12
Deriyê  Sinorî ya Qamişlo û Nisêbînê ANHA

Deriyê Sinorî ya Qamişlo û Nisêbînê

Sûriyê Rojavayê Kurdistanê

Biryare heftiya bê deriyê sînorî yê di navbera bajarê Qamişlo û bajarê Nisêbînê ya bakûrê Kurdistanê  hefteya bê were vekirin.

Li gorî ajansa Hawar newsê, deriyê sînorî yê di navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê de yê li bajarê Qamişloyê wê hefteya bê were vekirin.

Giringiya Deriyê Sinorî yê Qamişlo - Nisêbîn

Her weha amadekarî ji bo vekirina deriyê sînor ê Nisêbînê ji aliyê Sûriyeyê û Tirkiyeyê ve nehatine rawestandin. Ji damezrandina fermanberan bigire heta sazkirina kamerayên çavdêriyê di nav du rojên borî de.

Deriyê sinorî ya Qamişlo- Nisêbînê ji deriyên sînorî yên navendar li herêmê ye, di salên borî de demdemî dihat vekirin, bi taybet jî di 2016ˊan desthilatdarên Tirkiyeyê derî li pêş tevgera sivîl û bazirganiyê bi temamî girt.

23 deriyên sinorî yên fermî Sûriyê bi welatên cîran re girê dide

Sûriye di erdnîgariya cîhanî de wek deriyek ji bo veguhastina di navbera Rojhilat û Rojava de bi rêya 23 deriyên sînor ên fermî cih digire ji wan 5 derî bi Iraqê re (Tenf, Bûkemal, Welîd, Til Koçer û Sêmalka) , 10 derî bi Tirkiyeyê re (Bab El Selame, Bab El Hawa, Cerablus, Girê Spî, Keseb, El Raî, Nisêbîn, Dirbêsiye, Hemam û Serêkaniyê), û 6 derî bi Lubnanê re (Mesna, El Debûsiye, El  Erîde, El Cûsiye, Tilkelax û Metraba), her weha 2 derî jî bi Urdunê re (Nesîb û El Remsa-Dara) ne, ku piraniya van deriyan vekirî ne, lê hin ji ber sedemên cuda yên siyasî girtî ne.

Li parêzgeha Hesekê ku rûbera wê nêzîkî 23 hezar kîlometreçargoşe ye, 2 deriyên fermî bi Tirkiyeyê re hene ku ji bakur ve li ser sînorê wê ye Tirkiyeyê deriyên Nîsebîn û Dirbêsiye hene û 3 derî jî bi Iraqê re li sînorê wê rojhilat û başûrê rojhilat hene, ew jî deriyên El Welîd, Til Koçer û Sêmalka ne. Ev derî bûne xaleke girîn a dan û standina bazirganiyê li Rojhilata Navîn.

Bazirganiya navbera Tirkiyê û Sûriyê û Îraqê geş dibe

Bazirganiya di navbera Sûriyeyê û Tirkiyeyê de di sala 2011`an de berî ku deriyên sînor werin girtin gihaştiye nêzîkî 2 milyar dolarî. Ev bazirganî bi giranî li 2 deriyên sereke bû; Nisêbîn û Bab El Hawa.

Her du welatan ji sala 2004`an vir ve peymaneke bazirganiya azad hebû ku di sala 2007`an de hat pêkanîn û bû egera ku bazirganî bi qasî ji sedî 30 zêde bibe.

Wezîrê Bazirganiyê yê Tirkiyê Omer Polat ragihand; ewamade ne deriyê sinorî yaNisêbînê bi Qamişlo re vekin. Her weha aşkere jî kir ku, qebareya pevguhertina bazirganî di navbera Sûriyê û Tirkiyê de di niha de gihêştiye zêdetirî 3 milyar dolar û di çend salên bê de armancawan ewe ku bighînin 10 milyar dolarî.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket