Trump: Eger heye destpêka vê hefteyê bi Îranê re lihevkirinekê bikin

Cîhan 01:21 PM - 2026-06-12
Serokê Amerîka Donald Trump Reuters

Serokê Amerîka Donald Trump

Amerîka

Serokê Amerîkayê radighîne: Eger heye peymaneke dîrokî ji bo bidawîkirina şerê sê mehî yê bi Îranê re li Ewropayê di dawiya vê hefteyê de were îmzekirin, lê Tehran dibêje ku hîn biryareke dawî nehatiye dayîn.

Donald Trump li Koşka Spî ji rojnamevanan re got: Em gihêştine lihevkirineke mezin ku dikare di demek nêzîk de roja Şemî an jî Yekşemê, bi amadebûna Cîgirê Serok (JD Vance) were îmzekirin û Tengava Hurmiz rasterast di trûyê keştevaniyê de were vekirin.

Trump tekez jî kiriye ku rêberê Îranê Ayatulah Mucteba Xameneyî jî rizamendiya xwe li ser rêkeftinê nîşan daye.

Ji aliyekî din ve berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Îsmaîl Baqayî got ku: Piraniya peymanê temam bûye, lê tekez kir ku Tehran dê li ser xetên xwe yên sor sazişê (tawîzan) nede û aliyên peywendîdar ên di hundirê Îranê de hîn jî wê dinirxînin û negihîştine biryareke dawî.

Eve jî di demekê de ye ku şerê sê mehî yê di navbera Îran û Washingtonê de bûye sedema kuştina  bi hezaran kes û ji ber girtina Tengava Hurmiz bihayên enerjiyê yên cîhanî bilind kiriye.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket