Rêveberê nû yê Kanala Gelî Kurdistan dest bi kar kir

Kurdistan 04:29 PM - 2025-10-05
Berpirsê Burda Ragihandin û Rêveberê Kanala Gelî Kurdistan PUKMEDIA

Berpirsê Burda Ragihandin û Rêveberê Kanala Gelî Kurdistan

Kenala Gelê Kurdistan

Di çarçoveya guhertinên navxweyî yên Burda Ragihandina YNKê de; Kurdo Elî wekî Rêveberê Giştî yê Kanala Gelî Kurdistan dest bi kar kir

Îro Yekşem rêkefta (05-10-2025) an di çarçoveya guhertinên navxweyî yên Burda Ragihandina YNKê de; Kurdo Elî wekî Rêveberê Giştî yê Kanala Gelî Kurdistan dest bi kar kir, her weha Dilbend Mistefa,rêveberê berê yê kanalê jî, bû bi rêveberê navenda ragihandina YNKê li Bexdayê.

Di merasîmê de, ku Berpirsê Burda Ragihandinê Letîf Nêrweyî û hejmarek heval beşdar bûn, spasî û pêzanîna Mekteba Ragihandin û Hişyariyê pêşkêşî Dilbend Mistefa kirin ji bo xizmet û rola wî wekî Rêveberê Giştî yê kanalê û hêvî xwest ku di erkê wî yê pêşerojê de ewê roleke mezin di çalakkirina medyaya YNKê li Bexdayê de bilîze, piştre pîrozbahî li Kurdo Elî rêveberê nû yê kanalê hate kirin û her kesî di vê erkê nû de serkeftin jê re xwest û piştgiriya nivîsgeh û burda ragihandinê dubare kir.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket