Serok Mam Celal ne kulîlk bû; ew baxçeyek bû

Nêrîn 11:34 AM - 2026-07-21
Îmad Ehmed

Îmad Ehmed

Îro cîhan di qonaxeke hestiyar re derbaz dibe; qonaxeke ku têde hevsengiya hêz û berjewendiyan her roj diguhere; herêm di navbera şer û aştî, gef û diyalog, hevkarî û pevçûnê de diheje,Îraq hîna jî di bin barekî giran yê qeyranên siyasî û aborî de ye, û Herêma Kurdistanê jî bi qonaxeke hestiyar û diyarker re rû bi rû ye, di demeke wiha de, pêdivî bi serokatiyeke wisa heye ku ji hêzê bêtir baweriya wê ji tundûtûjiyê bêtir bi diyalogê, û ji serkeftina aliyekî bêtir bi parastina neteweyê be, ji ber vê yekê ye ku gelek kes Serok Mam Celal bi hesret bi bîr tînin; ji ber ku ew ne tenê rêberekî siyasî bû, lê dibistanek bû di hunera çareserkirina qeyranan de.

Hindek kes hene ku dîrok tenê navên wan tomar nake; belkî, bi hebûna xwe wateyeke nû didin dîrokê, Mam Celal yek ji wan kesên kêmpeyda bû, jiyana xwe ji bo Kurdan û Kurdistanê terxan kiribû û bawer dikir ku çareseriya her qeyranê bi nêzîkkirina mirovan bi hev re dest pê dike, ne bi dûrxistina wan bû, pêgeha wî ne tenê ji hêzê dihat; ew di salên têkoşîn, êş, xwekontrolkirin û lêborînê de hatibû çêkirin,ji bo wî, hêz amûrek bû ji bo xizmeta mirovahiyê, ne armancek bi serê xwe bû.

Mam Celal ne ew cure serkirdeyan bû ku tenê dîrokê dixwîne; di hindek kêliyên biryarder de wî riya wê diguherand,ezmûnên wî çavkaniya şehrezayiyê bûn, ne pozbilindiyê,wî dizanibû ku ji bo vekirina dilê her mirovî mifteyeke wî ya bêhempa heye, lewma wî bi zimanekî ku ew jê fêm dikin bi her kesî re diaxivî.

Mam Celal fêrî me kir ku serkirdayetî, berî her tiştî, hunera guhdarîkirinê ye,di civînên girîng de, berî ku bersivê bide,wî bi baldarî guh dida her dengekî, heta yên ku pêre ne di heman ramanê de bûn;carinan, bêdengiyeke kurt berî axaftinê ji gotareke dirêj pirsgirêkeke siyasî çareser dike wê yekê fêrî me kir ku guhdarîkirin nîvê çareseriyê ye û xwe kontrolkirin bingeha serkirdayetiya rastîn e.

Pêşbîniya Mam Celal ne tenê xwendina siyasetê bû;xwendina mirovan û demê bû,wî dizanî ku tiştê bi zorê tê bidestxistin, rojekê dê bi zorê winda bibe, lê tiştê ku li ser bawerî, diyalog û xwebaweriyê tê avakirin, zêdetir dimîne,ji ber vê yekê, di piraniya qeyranan de, li şûna ku dîwaran ava bike, wî pir ava kirin; li şûna ku deriyan bigire, wî ew vekirin; û li şûna ku gotûbêjan biçîne, wî hêvî diçand.

Dema ku Herêma Kurdistanê li ber şerekî navxweyî bû, wî hêza xwe ji bo avakirina aştiyê bi kar anî, wî bawer dikir ku tu serkeftinek ne hêjayî bihayê civakeke perçebûyî ye, û tu destkeftiyek bi xwîna birayan nayê parastin,ji bo wan, serkeftina rastîn serkeftina welat bû, ne tenê ya aliyekî.

Di nav tevgera Kurdî de, gelek rêber hatin û çûn, lê Mam Celal şopeke berbiçav li pey xwe hişt,dilê wî ji bo hemû beşên Kurdistanê lêdixist, û sinorên siyasî nekarîbûn xewnên wî sinordar bikin, lewra ww ne tenê li Kurdistanê, lê herwiha li gelek paytextên cîhanê wek mirovê diyalogê, lihevhatinê û çareserkirina pirsgirêkan dihat naskirin,wî dikaribû zimanê gelê xwe wergerîne ser zimanê dîplomasî û hevkariya mirovî.

Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê, li gorî nêrîna Mam Celal, ne tenê rêxistineke siyasî bû;ew têgeheke nû bû; wî bawer dikir ku tu rêxistin nikare xurt be eger peywendiya wê bi gel re lawaz be, û tu desthilatek nikare mayînde be heya ku li ser baweriya gel neyê avakirin, heman ev bawerî bû ku di her qonaxeke cuda de rêberiya wî dikir,dibe ku pirsa herî girîng ya îro ne ew e ku Mam Celal çi kir; belkî ew be ku me, bi qasî ku ji destê me hat, dibistan xwendiye,serkirde tên û diçin, lê raman û rêbaz dimînin dema ku nifş bi wan dijîn.

Mam Celal ne kulîlkek bû; ew baxçeyek bû,baxçeyek ku her kesek têde kulîlka xwe dibîne: yek şehrezayiyê dibîne, yek lêborînê dibîne, yek wêrekiyê dibîne, yek hêviyê dibîne, û yekî din jî baweriyê dibîne,wekî dareke sîberdayî, wê her kes di bin sîbera xwe de diparast, bêyî ku li nasname, reng yan baweriyên kesekî bipirse.

Mam Celal koça dawî kir, lê rêbaza wî nemir,hindek kulîlk tenê ji bo yek werzê dijîn, lê baxçe bi werzan re diguherin û her sal kulîlkeke nû derdixin.

Mam Celal yek ji wan cûrê mirovan bû; ne wek kulîlkekê ku geş dibe û diwelîne,lê wek baxçeyekî ku her nifş dikare kulîlkek nû têde biçîne,heya ku pêdiviya Kurdistana bi şehrezayî, lêborîn, bawerî û yekrêziyê hebe, ew baxçe dê her kesk bimîne;ji ber ku rehên wê ne tenê di rûpelên dîrokê de, lê di dilê gel de bi cih bûne.

PUKMEDIA










zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket