Sê Fate Reş, ku tu ji wan reş ne bûn
Nêrîn 10:02 AM - 2026-07-18
Dîroka neteweyan tije ye ji wan navên ku dibin nasnameya
qonaxeke diyar kirî, lê gava ku em dîroka serkêşî û têkoşîna jinên Kurd di
pirtûkên kevn de vedikin, bi şêwazekî ecêb rastî navê (Fate Reş) tên. Ne yek
Fate Reş, belku sê Fate Reş, ku li sê cografyayên cuda û di sê demên cuda de,
sê çîrokên bi temamî cuda tomar kirine.
Di folklor û zimanê Kurdî de, nasnava (Reş) ji bo mirovan
nayê wateya rengê çerm, belku sembola wêrekiya bêhempa, çavnetirsiya ji radeyê
derketî, serdestî û jêhatîbûna bêwêne ye. Ev sê jinên ku tenê di navên xwe de
digihêjin hev, selmandin ku hêza jinê dikare ji çeperên şerekî cîhanî heta
kûrahiya çiya û kenarên helbest û matemê, dîrokê binivîsîne.
Serok êl û cengawereke mezin
Yekemîn Fate Reş, seroka êl û cengawereke mezin a Bakurê
Kurdistanê bû. Di nîvê sedsala nozdehem de û di sala 1854an de di şerê navdar ê
(Krimya) de beşdarî kir; ew şerê ku di navbera Împaratoriya Osmanî û Rûsyaya
Qeyserî de qewimî. Vê jina neberd li benda zilaman nema û dest avêt şûr, rim û
mertal û bi nêzîkî 700 siwaran re (hinek çavkanî dibêjin 400 siwar ligel bûne,
hinek jî dibêjin 700 siwar) ber bi çeperên şer bi rê ket, lê ew destpêkê diçe
Stenbolê û çavê wê bi Siltanê Osmanî dikeve, di wî dîdarî de ji Siltan re
dibêje: «Heke te zimanê Kurdî bizanibûya, di axaftinê de hewcedariya te bi
Tirkî nedibû».
Govar û rojnameyên Ewropî yên wî serdemî, bi ecêbgirtinê ve
wêne û çîroka vê jina Kurd belav dikirin û behsa wê yekê dikirin ku çawa jinek
ji devera Mereş û Diyarbekirê hatiye û di nav dilê artêşeke zilamane de, bi
lûtf û dîsîplîn û desthilatdariyeke mezin ve fermandariya leşkerî dike. (Fate
Reşa Bakur) bû sembola hêzekê ku karî têgîna fermandariya leşkerî di Rojhilata
Navîn de biguhere.
Fatma Xana Gelwaxî
Dûrtir ji wê derê û di nav dilê zozanên Rojhilate Kurdistanê
de û li devera Dîwandere`yê, navê Fate Reşeka din wek cengawereke çeleng û
wêrek dibiriqe; ew jî Fatma Xana Gelwaxî ye, ku xelkê deverê wek (Fate Reşa
Dîwandereyê) nas dikir. Jineke cengawer a bîrtûj, hişyar û şarezaya teknîkên
leşkerî bû.
Wê di serdemekê de ku wêrekî, bikaranîna çek û beşdarbûna di
proseyên leşkerî de tenê ji bo zilaman rewa bû, bû sembola parastina ax û
şerefa êla xwe. Jêhatîbûn û çelengiya wê di rûbirûbûnên leşkerî de û
hawarkirina wê ji bo xelkê lêqewimî, wiha kir ku navê wê wek şêrejineke diyar a
devera (Erdelan û Gelwaxê) bimîne. Wê selmand ku jina Kurd gava jîngeha wê
bikeve metirsiyê, dibe kelheke mezin a bergiriyê.
Dengbêjeka bêwêne
Lê herdem bergirî tenê bi tifingê li çeperan nabe. Fate Reşa
sêyem a vê destanê, Fate Reşeka din a Rojhilata Navîn (Rojhilata Kurdistanê) ye
ku ji nav cergê Mukriyanê bi dengê xwe yê pîrsoz, karesatan tomar dike. Ev Fate
Reş, jineke şîngêr û dengbêjeke bêwêne bû. Gava lehengeke jin an zilamekî gelê
wê dihat kuştin, wê bi dengê xwe yê zelal û pîrsoz diçirîkand û digot: «Hey
meke rolle meke, baban wêranim meke, xelkî be talanî deçûnewe mere, berane
bexteye şeke, emnî mil be kwên û qelender be talanim deçûweve bejnê barîk û
gerdenê zerd û dû çawî de beleke, wey lê.. lê.. lê..».
Wê çaxê Fate Reş dibû zimanbêja dîrokeke devkî. Divê ji bîr
nekin ku şîngêrî di folklora Kurdî de tenê girîn nîne, belku awayeke ji
parastina destana miriyan û zindîkirina navê lehengan di rêya lawandin û
honandina helbestan re.
Fate Reşa li cem me, bi dengê xwe yê pîrsoz karî birînên
civaka xwe ji windabûnê biparêze û bike beşek ji bîrdanka neteweyî.
Sê Fate Reş, ku tu ji wan reş ne bûn, di dîrokê de dibiriqîn.
Her sê jî wêrek, çeleng, bihêz, jêhatî û zîrek bûn di warê xwe de. Lê tiştê ku
zêdetir bala min dikişîne, Fate Reşa şîngêr e; wê heta ku di jiyanê de ma,
cenazeyên hemû ezîzên xwe lawandin, şîn ji bo me hemûyan vegot. Gelo wê çaxê ku
çavên xwe girtin û xatirê xwe yê dawî xwest, kê şîneke hêja ji bo wê gerand?.
PUKMEDIA
zêtir bibînin
-
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
03:53 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
11:45 AM - 2026-07-26 -
Komandoya Kurdistanê tîmeke bijîşkî ji bo ziyaretkaran dişîne Kerbelayê
01:49 PM - 2026-07-25 -
Serokomarê Iraqê: Mafên jinan diparêzin
11:51 AM - 2026-07-25
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
Kurdistan 06:17 PM - 2026-07-26 -
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
Kurdistan 05:51 PM - 2026-07-26 -
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
Kurdistan 05:05 PM - 2026-07-26 -
Besam Kaco:Karên bo vegerandina koçberên Serê Kaniyê berdewamin
Kurdistan 02:20 PM - 2026-07-26 -
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
Cîhan 03:53 PM - 2026-07-26 -
Şêx Cefer piştgiriya çalakiyên Saziya Kerimî Eleke dike
Kurdistan 03:30 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
Kurdistan 11:45 AM - 2026-07-26 -
Serokkomarê girîngiya xurtkirina hewldanan ji bo parastina ewlehî û aramiya Îraqê tekez kir
Êraq 01:39 PM - 2026-07-26



Aplîkêşin

