Denîz Undav, waneyek ji ewên ku bêyî Kurdan winda kirine
Nêrîn 05:12 PM - 2026-06-22
Denîz Undav, xortekî bedew ê ji Bakurê Kurdistanê, ku bi (Messi)
re pêşbaziyê dike da ku dilê alîgiran qezenc bike, di Kûpaya Cîhanê ya îsal de
êrîşkarekî Almanya ye û li bajarê Urfayê (Riha)yê ji dayik bûye, ew bajarê ku di
Lîsteya Mîrata Cîhanê ya UNESCOyê de ye.
Denîz Undav ji bilî ku yekem lîstikvane
di heman demê ew keseye ku govenda Kurdî bibe nava qada mondiyalê û li
lîstikvanê yekemîne ku di du lîstikên mondiyala Kûpaya Cîhanê de pênc gol avêtine.
Wî rojek ji rojan daxwaza Tirkiyeyê ya lîstina ji bo tîma
fûtbolê ya Tirkiyeyê red kiriye û hilbijartiye ku ji bo welatê ku wî û malbata
wî li sirgûnê hembêz kiriye bilîze. Her ev helweste bû sedema dawiya sala
2023an, serokê partiyeke Tirkiyê daxwaza standina nasnameye Tirkiyê ji Denîz Undav
kiriye di encamê de çi bû, çi rûda? Lîstikvanê Kurd dev ji pêşketinê bernedaye
û gihîştiye hewesa xwe ya ku bibe lîstikvanekî cîhanî yê rêzdar û bidest jî
xistiye.
Ev lîstikvanê ciwan ne tenê kariye bibe çavkaniya şahî û
serbilindiyê ji bo Kurdên li Kurdistanê û tevahiya cîhanê, belkû di heman demê
de kariye yaneya Almanî ji têkçûna li hember hevrikên xwe di Kûpaya Cîhanê ya
îsal de biparêze.
Ezê duayek bikim ku hûn hemî bibêjin Amîn, hêviya min ji
xwedê ewe ku destê partî negihêje wî û cemedana sor nedin serê wî, da ku ew
stêrk û hezkiriyê hemû Kurdan bimîne. Pêdiviya me bi wê yekê heye dahêner û jêhatîyên
me bibin markayên cîhanî û mohra resen a Kurdbûnê li ser wan hebe.
Pêwîstiya me bi lingên golker ên zêrîn yê vî lîstikvanî heye
ji bo tomarkirina golan û pêwîstiya me bi milên wî ye ku şahiya xelkê bakûrê
welatê me cîhan matmayî hêştiye.
Ji kerema xwe bila sembol xweşik bimînin û bi mulk kirina
wan wan bêrûmet nekin, ji ber ku reftarên xwzayî yê vî lîstikvanê navneteweyî
yê Kurd siyaseta me ya herî rast nîşanî cîhanê dide û dibêje: Kî dilê Kurdan
qezenc neke winda kiriye, çawa ku tîma Tirkiyeyê winda kir û bi girî ji Kûpaya
Cîhanê derket.
Lê tîma Almanî ya ku Denîz hembêz kir bi serkeftî li qadê ma
û stêrk û lehengek Kurd bi tevahiya cîhanê da nasîn. Waneya Denîz Undav ne tenê
werzîşî ye, lê di heman demê de siyasî ye jî. Ji xwe werzîş bi xwe beşek ji
siyasetê ye û gelek pend jê têne girtin.
Werzîş hêza nerm a cîhanê ye ji bo xwenasandinê û hevrikî û
xwe sepandinê, derfeteke ku meriv xwe bêyî bikaranîna çekan û şer îspat bike,
kêf û bidestxistina armancan, serkeftin û danana bi têkçûnê ji taybetmendiyên
berbiçav ên lîstikan in. Werin em bi rêya werzîşê ji cîhanê re bibêjin: Kî ne
bi Kurdan re be winda kiriye.
PUKMEDIA
zêtir bibînin
-
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
03:53 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
11:45 AM - 2026-07-26 -
Komandoya Kurdistanê tîmeke bijîşkî ji bo ziyaretkaran dişîne Kerbelayê
01:49 PM - 2026-07-25 -
Serokomarê Iraqê: Mafên jinan diparêzin
11:51 AM - 2026-07-25
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
Kurdistan 06:17 PM - 2026-07-26 -
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
Kurdistan 05:51 PM - 2026-07-26 -
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
Kurdistan 05:05 PM - 2026-07-26 -
Besam Kaco:Karên bo vegerandina koçberên Serê Kaniyê berdewamin
Kurdistan 02:20 PM - 2026-07-26 -
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
Cîhan 03:53 PM - 2026-07-26 -
Şêx Cefer piştgiriya çalakiyên Saziya Kerimî Eleke dike
Kurdistan 03:30 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
Kurdistan 11:45 AM - 2026-07-26 -
Serokkomarê girîngiya xurtkirina hewldanan ji bo parastina ewlehî û aramiya Îraqê tekez kir
Êraq 01:39 PM - 2026-07-26



Aplîkêşin

