Jidayikbûna Hêro Xan jidayikbûna îradeya jineke azad e
Nêrîn 01:10 PM - 2026-06-13
Hevjîn, heval, dost û hevbeşa jiyanê ya Serokomarê rewanşad Mam Celal e û keça rewşenbîr û helbestvanê mezin ê Kurd Profesor
Îbrahîm Ehmede û keça rewşenbîr û nivîskarê Kurd û Xanim Gelawêj e bûye ku cihê
tiliyên wê di dîrokê de diyarin.
Hêro Xan sembola fedakariyê û jineke şoreşger a Kurd e ku bi
hemû hêz û îradeya xwe mîrata resen a Kurdî li çiya û bajarên Kurdistanê
parast.
Ew dengê jinên azad û şoreşger bû, dengê jinên têkoşer ên
wêrek û qehremanên rastiyê bû.
Ew yekem jin bû ku kamerayek li çiyayên Kurdistanê hilgirtibû
da ku hişyariya xelkê bilind bike û wêne û dengên Pêşmergeyan ji çiyayên bilind
ên Kurdistanê bigihîne forumên navneteweyî yên peywendîdar.
Îro, 12ê Hezîrana 2026an, roja jidayikbûna vê jina mezin û
dilsoz e ku xizmeta gelê xwe û doza dadperwerane kiriye, her tim xizmeta
hunermendan, nivîskaran û helbestvanên Kurd li her çar perçeyên Kurdistanê
kiriye, û destê alîkariyê ji bo wan dirêj kiriye nexasim xizmet û alîkariya
kurdên Rûsya û Qefqasyayê jî kiriye.
Ew bû ku kenala Kurdsat damezrand, ku ji bo hemû kesên ku bi
azadî diaxivin bû stargehek ewle.
Jidayikbûna Hêro Xan nîşana jidayikbûna jineke azad, jineke
şoreşger û nîştimanperwer e, jineke wêrek e ku bi hemû îrade û hêza xwe, bê
dudilî doza rewa ya Kurd bi awayekî dadperwer parast.
Jina şoreşger a çiyayan û bajaran jidayikbûna te pîroz be û her
bijît ji bok urd û Kurdistanê, ey xanima bedew û neyab a Kurdistanê.
Jidayîkbûna te jidayîkbûna azadî û nîştimanperweriyê ye, ey
jina wêrek.
PUKMEDIA
zêtir bibînin
-
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
03:53 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
11:45 AM - 2026-07-26 -
Komandoya Kurdistanê tîmeke bijîşkî ji bo ziyaretkaran dişîne Kerbelayê
01:49 PM - 2026-07-25 -
Serokomarê Iraqê: Mafên jinan diparêzin
11:51 AM - 2026-07-25
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
Kurdistan 06:17 PM - 2026-07-26 -
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
Kurdistan 05:51 PM - 2026-07-26 -
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
Kurdistan 05:05 PM - 2026-07-26 -
Besam Kaco:Karên bo vegerandina koçberên Serê Kaniyê berdewamin
Kurdistan 02:20 PM - 2026-07-26 -
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
Cîhan 03:53 PM - 2026-07-26 -
Şêx Cefer piştgiriya çalakiyên Saziya Kerimî Eleke dike
Kurdistan 03:30 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
Kurdistan 11:45 AM - 2026-07-26 -
Serokkomarê girîngiya xurtkirina hewldanan ji bo parastina ewlehî û aramiya Îraqê tekez kir
Êraq 01:39 PM - 2026-07-26



Aplîkêşin

