BER BI YADA MEZIN VE
Nêrîn 08:38 PM - 2026-05-30
Ber bi yûbîla
duyemîn a Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê ve
Tehedaya mezin
ewe ku em YNKê ber bi yûbîla duyemîn a xebata Kurdayetiyê û demokrasî û
temamkirina tabanê mafê çarenûsî ve bibin.
Pêşbirkeke eşkere û zelal e: Tiştek nîne, hindik maye
Sala par me yûbîla
xwe ya pêncî salî ya yekem birê kir. Niha em di salvegera pêncî û yekê de ne,
zêde nemaye! Piştî çil û neh salan em ê bigihîjin sed salî, ango em ê bigihîjin
yûbîla duyemîn.
Çanda me ya
Kurdewariyê rêya dirêj û lûfin ( komek çiyayên dijwar û garden keş) ji bo ku
nêzîk bike û nêzîk nîşan bide dibêje: (Hîç Nîne, tenê yek lûfe).
Hîç Nîne, kêm
maye û lûfek tenê ye!
49 sal di temenê
me ya kesane de zêdeye û taqeta meriv nahêle, lê di jiyana neteweyê û
hukumraniya dîrokê de pir kurt derbaz dibe û hema tê bibîse ku temenê YNKê
gihîşte sed sal.
Ma em temenê
Kurdîtiyê bi temenê xwe dipîvin? Ez çi me heke ez tê de nejîm?
Sebra Nûh pêxember
di jiyana bawermendan de ye û sebra şoreşgerî, bi wesfa Mam Celal, di jiyana
şoreşgeran de ye. Bêguman, şoreşgerên bi şêwaza medenî ya îroyîn.
Karwanekî dûr
û dirêje bi hezaran şehîd bûne şahidê wê û bi hezaran têkoşer bi hêviya dîtina
pêşeroja serê xwe danîne.
Ya girîng ewe
ku di van 49 salan de ku em hêvî dixwazin ji bo YNKê bighîje çi armancê dêwere
bicih anîn û çi destkeft werin berhevkirin?
Çi feydeya
gotina ku zilam serê xwe nîşan dide û li ser telefona xwe ya desta peyvan
navnîş dike û zehmetiyên pêncî salên ku derbas bûne û pêncî salên ku dê werin
li ber çavan nine û nagirê?!
Ê qurban
meger qerar nine em giş endamên YNK`ya şoreşa nû bin ku xeber ji bo rêberê wî
hatibû şandin: Eger dara xurmê li serê wî şîn bibe nikare çar Pêşmergeyan bibe serê çiyayan.
Bir yan na? Bir!
Çil û neh salên
din wê her bên û kesî navê çarenûsê nexwendiye ku çi rojekê wê gerdûn kilît dike?
Wê demê bila
were û serdema kesk û avadaniyê bê, dê her were bila
weha be sed bername hebin û heta yûbîla duyemîn hemûyan dê bicîh bînin.
Bê guman, em
ê li şûna nifşên pêşerojê biryar nedin û peyva din a wan e, lê stratejî nayê
guhertin.. ji elhadê û heta bi gorê.
Ew
stratejiyeke demdirêj e ku dê di rêya zigzak ya xwe de ber bi cihê xwe yê dawî
ve bidome ta dighêje armanca xwe: Çare xwe nivîsîn.
Hezkiriyên
Çayxaneya Tulaytulla jî li Şamê û hevalên Şoreşa Nû li çiyayên bilind ên
Kurdistanê li şûna pêncî sal berê biryar nedan, ew îlham
bexşbûn û çiraya roja dawî vêxistin û rêya dijwar derbas kirin da ku bigihîjin
vê roja xewna xola duyemîn, yûbîla me ya duyemîn hebe, ya girîng û
girew ew e ku YNK`ya me ji bo erkên pêşerojê amade be.
Bila em wî
xurt û saxlem bikin da ku em karibin rêya dirêj bi saxlemî derbas bikin bi
tenduristiya baş ve û ji bo me mîna luva mêzerêkê be.
Her çiqas em
di rêwîtiya dirêj de westiya bin jî, em dikarin bêhnvedanek bistînin ku
bêhnvedanek cengewerane û normal be, lê divê em ji demê dûr nekevin û neçin ser
rêya ax: (çiqas rêya xebatê dijwar û dirêj be jî) bilaem temam bikin.
Her dem
serbilind, serkeftiyê îro û pêşerojê be... Ey hevalê YNKê!
PUKMEDIA
zêtir bibînin
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Parlemana Ewropa Pêvajoya Aştiyê li Turkiye gotûbêj kir
11:08 PM - 2026-06-04 -
Vaksîna Rûsî û hêviyek ji bo Pençeşêrê
10:27 PM - 2026-06-04 -
Lîstikvanekî Kurd di Şampiyoniya Satrancê de serkeftinek girîng tomar kir
04:46 PM - 2026-06-04
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05



Aplîkêşin

