Kurd hevbeşê vê welatî ne, yan tenê beşdar in?

Nêrîn 02:13 PM - 2026-05-25
Elî Şemdîn

Elî Şemdîn

Di van rojên dawî de, danûstandineke berfireh tê kirin li ser awayên cîbicîkirina fermana serokatiya sûriya ya katî, ku bi hijmara (143), di roja (19 Tebaxa 2025)’an de hatye imzekirin û belavkirin, û di vê fermanê de rewşa hilbijartinên Encûmena Gel ya demkî li Sûriya, û şêweyên beşdarîkirinê di van hilbijartinan de hatiye diyarkirin. Ev encûmen ji (210) endaman pêk tê, ku bi awayekî ne rastûxo têne hilbijartin. Serokê demkî yê Sûriya yek li ser siyan, wate (70) endamî ji van endaman, ew bi xwe destnîşan dike, lê du li ser siyan yên din, wate (140) endam, bi awayekî ne rastûxo, û bi rêya desteyên xwecihî yên hilbijartinan têne  destnîşan kirin.

Diyare, yek ji pirsgirêkên serekî û asê, ku di van gengeşeyan de li ser wan tê rawestan, pirsgirêka beşdariya miletê kurde. ji ber ku ew diwem pêkhateya neteweyî ya mezine li Sûriya, û rêjeya wî li ser astê welêt zêdetire ji (15%). Û bi rastî jî, awayên birêvebirina van hilbijartinan bêtir li destnîşankirinê diçe, ne li hilbijartinên demokratî yên ku divê bibin dergehekî serekî ji bo hilbijartina nûnerên rasteqîne yên pêkhateyên civaka Sûriyeyê bi awayekî yeksan û dadperwerî.

Her çende zaniyarî û amareyên rast û durust li ber destan tunene, ku em bi riya wan bikaribin mezinahî û qebareya rasteqîne ya hebûna miletê kurd li Sûriya diyar bikin. Her wiha, ev hebûn ketiye ber pêlên herî dijwar yên siyasetên erebkirinê û guhertinên demografî ku hatine meşandin û cîbicîkirin li ser destê rejîmên şovenî li Sûriya, lê belê hîna jî kurd li herêmên xwe yên dîrokî zorînê û piraniyê pêktînin, mîna Cizîrê, Kobanê û Efrînê. Ev ji bilî hebûna komelgihên kurdî yên mezin li bajar û herêmên Sûrî yên dinê, mîna Şam, Heleb, Hema, Lazkiye û Reqayê. Lewma, pêwîste ev hebûna neteweyî li ber çavan were girtin. Ji ber ku her dûrxistinek yan piştguhxistinek ji vê hebûnê re, dê van hilbijartinan, mîna hemî hilbijartinên berê, bigihîne dergehekî girtî, û hîç encamekî baş ji van hilbijartinan dernaçe ji bilî encûmenekî pûç û seqet û yek reng, ku nûneratiya pêkhatiyên neteweyî û civaka niştimanî ya resen  qet nake.

Di vê dema ku welatê me di qonaxeke dijwar û metirsîdar de derbas dibe, pêwestiya me gelekî bi avakirina perlemanekî rasteqîne heye, ku bê cudahî û bê dûrxistin, nûneratiya hemî pêkhateyên miletê Sûriya bike, û karibe pêvajoya siyasî vegerîna ser rêya wê ya rast û durist. Her wiha divê erkê vî perlemanî amadekirin û dariştina destûreke nûjen be ji bo avakirina welatekî nenavendvî li ser bingehên demokratî, ku dad û wekhevî tê de serdest bin, û dûrbe ji sitem û zulim û zordariyê, û mafên mielê kurd yên neteweyî li Sûriyeyê bi awayekî destûrî têde were naskirin û danpêdan.

Lê mixabin, wan komîteyên hilbijartinan ku bi şêweyên ne durist li herêmên kurdî hatine avakirin, taybetmendiyên miletê kurd yên neteweyî li wan deveran li ber çavan ne girtine û binpê jî kirine, tevî ku hejmara rasteqîne ya vî miletê resen ji pênc milyonî zêdetire li Sûriya. Û berûvajî vê rastiyê, bi tenê hijmareke gelekî kêm ji kursiyan hate destnîşkirin ji bo kurdan li wan deveran. Ev ji bilî piştguhxistina komelgihên kurdî yên din li seranserê welêt. Ev kiriyara şofînî qet ne li gorî hebûna kurdan ya rasteqîneye, û ne jî li gorî qebareya fedakariyên wan yên bêpîvan, ku di şerê li dijî tîrorê de pêşkêş kirine. Ev mêjiyê qirêj yê vê desthilata demkî ku ji qutabxaneya Be’is fêrbûye, wê bibe sedema girtina dergihan li pêşiya hevbeşiya rasteqîne ya miletê kurd di tevaya pêvajoya siyasî de, û dûrxistina rola wî ya çavrêkirî di avakirina Sûriyeya nû de. Û dergeh bi tenê vekirî dimîne ji bo beşdariyeke qels û lawaz û ne fermî.

Di beramberî vî mêjiyê nijadperest û şofînî de, ku kurdan hevbeşê vî welatî nabîne, lê bi tenê wan weke beşdar temaşe dike, pêwistiya wan bi helwesteke kurdî hevbeş heye, ku karibe heybeta siyasî û cemaweîr ya tevgera kurdî vegerîne, ku êdî nêzîkbûye rêza xwe ji dest bide ji ber perçebûn û dubendiya dinav rêzên wê de. Her wiha kêberkî û rikberiya di navbera hin aliyên vê tevgerê de û hreildanên wan bi şêweyekî takrewî li ser bidestxistina wan kursiyên hindik û kêm. Ev li şûna ku bi hevre karbikin ji bo çalakirin û aktîvkirina şanda kurdî ya hevbeş, ku di encama konferansa 26 Nîsana 2025’de hatiye pêkanîn, û bi hevre fişarxistine ser desthilata demkî ji bo bidestxistina nûneratiyeke rasteqîne, ku bi qasî qobaniya miletê kurd û rola wî ya neteweyî be. 

22/5/2026

PUKMEDIA

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket