Du bira û dîplomasiyeta zîrekane
Nêrîn 04:24 PM - 2026-04-05
Eger ev sernav ji hêla hevalekî YNKê ve hatiba bikaranîn, ne
tenê di nav aliyên din yên siyasî yên Kurdistanê de, lê di nav YNKê de jî, dibe
ku kesên ku wê wekî gavek bi nav bikin hebûn, lê gava rojnameya
Brîtanî (The Telegraph) wekî yek ji rojnameyên herî kevin, navdar û bi bandor
li Brîtaniya û cîhanê bi giştî, raportek
analîtîk û agahdar ya berfireh li ser siyaset û rola Serok (Bafil Talebanî û
Heval Qubad Talebanî) biweşîne,ku têde ew bingeha dîplomasiyeke zîrekane û
jêhatî ya her du birayan pêşkêş dike daku agirê şerê Amerîka-Îranê li Herêma
Kurdistanê ragirin, êdî pêwîste heval wek erkekî hizbî, nîştimanî û exlaqî girîngiya vê raportê ji bo raya
giştî ya Kurdistanê re pêşkêş bikin, ku çend xal û prensîbên girîng li xwe
digire:
Yekem: Raport li ser mijarek cidî û çarenivîsaz e
ku ew jî şerê di navbera du hêzên herêmî û navneteweyî û bandora wê ya
rasterast (siyasî, ewlehî, aborî, mirovî û jîngehî) ye, bi giştî li seranserî cîhanê heye û Herêma
Kurdistanê beşek ji cîhanê ye ku ji aliyê erdnîgarî ve herî nêzîkî qada şer e.
Duyem:Ev raport di
rojnameyeke navneteweyî ya navdar de hatiye weşandin,ku dê bibe çavkaniyeke
dîrokî ya girîng û di pêşerojê de dîroknas û lêkolîner dê wê wekî çavkaniyek ya
pêbawer mifayê jê werbigirin.
Sêyemîn: Aliyekî
din yê girîng ya vê raportê ew e ku peyamên rojnameyê gelek caran bandor li
biryarên siyasî û raya giştî ya Birîtanî kirine.
Çaremîn:Peyamên
rojnameyê rast, bingehîn û fermî ne û xwe dispêrin agahiyên rast.
Pêncemîn:Raport vê
rastiyê piştrast dike ku êdî Kurd niha xwedî serkirdeyekî ne ku bûyerên dîrokî
bi baldarî dixwîne, ji şaşiyên
dîrokî waneyan werdigire, ji ber vê yekê bi dîplomasiyeke zîrekane û li ser
bingeha planeke guncaw bi her bûyereke nexwestî re mijûl dibe.
Şeşem: Raport raya giştî ya Kurdistan û navneteweyî agahdar
dike ku her du bira (Serok Bafil Talebanî û Heval Qubad Talebanî) roleke mezin
û biryardar lîstine di dûrxistina agirê
dijawartirîn û berfirehtirîn ya cenga vê sedsalê li Herêma Kurdistanê û nehêlane
herêm, gelê Kurdistanê bibin aliyekî şerker yên vê cengê.
Heftemîn: Serok Bafil Talebanî di peywendiyên xwe yên
telefonî de digel berpirsên payebilind yên her du welatên şerker, karîbû
vebijarka sêyemîn bîne navbera du vebijarkan û ji her du aliyên şerker re
bibêje: Em dijayetiya çi aliyekî ji we nakin û em ne beşek in ji şer.
Heştemîn: Ev dîplomasîyet û siyaseta lojîkî û rastîn yê
Serok Bafil û YNKê dê baweriya herdu welatan zêde bike ku çi carî ziyanê nade
herdu aliyan,bi vî awayî giranî û pêgeha YNKê li navxwe û derve bi hêztir dibe.
Nehemîn: Çavkaniya
medyaya navneteweyî ya Birîtanîya hewl daye ku cudahî û taybetmendiyên erênî
yên YNKê di qada siyasî ya Kurdistanê de pêşkêş bike.
Ji ber vê yekê, ji me re tê gotin ku li Herêma Kurdistanê
gelek gir hene, lê cudahiya Girê Dabaşan ewe ku ew navendeke girîng e ji bo
biryardana aştî û aramiyê û dûrxistina metirsiyên li ser Herêma Kurdistanê,wate
Girê Dabaşan bi biryarên xwe hewl daye ku xwe ji girên din cuda be ku biryarên
vê girê taybet e bi parastina aramiyê û çareserkirina pirsgirêkên di navbera
Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal de bi rêya danûstandinan û li ser bingeha
bendên destûra Îraqê ve girêdayî ne, ji ber vê yekê, eger ev siyaset ji bo
YNK'ê cihê şanaziyê be, wê demê berhemê vê siyasetê ji bo tevahiya gelê Kurdistanê
bi cudahiya nêrînên siyasî ku ji vê siyaestê re dibêjin: Siyaseta jêhatî ya gel
pesend.
PUKMEDIA
zêtir bibînin
-
Êrîşên navbera Waşinton û Tehranê didomin û Îran gefan dixwe
11:16 AM - 2026-06-06 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
10:50 PM - 2026-06-05 -
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05 -
Îraq ji bo derbasbûna ji krîza Hurmizê berê xwe dide Herêmê û Sûriyeyê
Êraq 11:54 AM - 2026-06-06 -
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
Kurdistan 09:33 AM - 2026-06-06 -
Êrîşên navbera Waşinton û Tehranê didomin û Îran gefan dixwe
Cîhan 11:16 AM - 2026-06-06 -
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
Kurdistan 09:55 AM - 2026-06-06



Aplîkêşin

