Şehîd Denîz Efrîn
Nêrîn 01:34 PM - 2026-01-21
Şehîd Denîz Efrîn...
Ma tu dizanî çima ez ji te hez dikim?
Çimkî ez xwe di çavên te de pak û bê tawan dibînim.
Ji ber ku ez dikarim bi aramiyek temamî dilê xwe li cem te bihêlim.
Şehîda azadiyê…
Ji ber ku gava ez li te dinêrim,
Ez di çavên te de hest bi hêviyê dikim.
Ji ber ku ez dikarim hez bikim û aramiyê,
peyv bi peyv,
Riste bi riste,
di heman demê de di çavên te de rûmetê bixwînim.
Ma tu dizanî çima ez ji te hez dikim?
Ji ber ku gava ez xwe bi tenê hîs dikim,
Tu tê bîra min û ez xwe bi qehramniya te geş dibim
Payîza dilê min, dibe buharek bê dawî.
Û dibe efsaneyek dîroka Zêrîn…
Ma tu dizanî çima ez ji te hez dikim?
Şehîd Arîn Mîrkan…
Ji ber ku dema ez li pênaseyeke evîna te ya serfiraz dibim,
Tu li min dinêrî mîna ku bêjî, "Evîn di hundirê min de ye."
Ji ber ku di helbestên min de,
Ez dikarim hesreta te veguherînim evînek geş,
Û evînê biguherînim ji bo te û tu jî ji bo min biguherînim.
Ji ber ku ez nikarim helbestên xwe vebêjim,
Dema ez ji bo te dinivîsim.
Ji ber ku her gava ez ji te hez dikim,
Li çi sedeman nagerim.
Ma tu dizanî çima ez ji te hez dikim?
Şehîd Avêsta Xabûr…
Ji ber ku bi zerdexaneyeke piçûk ya di rûyê te de,
Ez ji hemû xerabiyên cîhanê hatime dûrxistin.
Ji ber ku dema dayîka min ez şîret dikirim ku,
Ez bibim evîndarê azadiyê,
Piştî dîtina te, min ji bîr kir ka çawa.
Ez matmayî mam bawer bike,
Ezê heyva ronak ya şevê bi navê te ve girê bidim.
Ma tu dizanî çima ez ji te hez dikim?
Şehîd Zîlan…
Ji ber ku ez te di her stranek evînê de awazên dibihîzim.
Bedewbûna te îlhamê dide min ji bo nivîsandina helbestan,
Ji ber ku gava ez ji te hez dikim,
Ez xwe ji bîr dikim ku di xewnên xwe de azad im.
Ma tu dizanî çima ez ji te hez dikim?
Şehîd Viyan Amara…
Ji ber ku sedemên min ji bo hezkirina te nîne,
Digel wê de jî, gelek tişt hene ku ez ji te re bêjim.
Ma tu dizanî çima ez ji te hez dikim?
Şehîd Jîna Emînî…
ji ber ku ez di evîna te ya pîroz de dişewitim,
Û ez bawer dikim piştî ku agir vemire,
Bila ba xweliya min ji bo te bibe mal.
Ma tu dizanî çima ez ji te hez dikim?
Şehîd Leyla Qasim…
Ji ber ku ez dikarim navê te ne te tenê bi zimanê xwe,
Bi lêdanên dilê xwe herdemê zindî bikim.
PUKMEDIA
zêtir bibînin
-
Êrîşên navbera Waşinton û Tehranê didomin û Îran gefan dixwe
11:16 AM - 2026-06-06 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
10:50 PM - 2026-06-05 -
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05 -
Îraq ji bo derbasbûna ji krîza Hurmizê berê xwe dide Herêmê û Sûriyeyê
Êraq 11:54 AM - 2026-06-06 -
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
Kurdistan 09:33 AM - 2026-06-06 -
Êrîşên navbera Waşinton û Tehranê didomin û Îran gefan dixwe
Cîhan 11:16 AM - 2026-06-06 -
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
Kurdistan 09:55 AM - 2026-06-06


.jpg)
Aplîkêşin

