Dr. Yûsif Goran: Beşdariya Kurd di serjimêriyê de xebatek sivîl e
Kurdistan 11:27 AM - 2024-11-19
Dr. Yûsif Goran; Endamê Mekteba Siyasî û Berpirsê Melbenda
Lêkolînên Giştî ya Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistan`ê (YNK) ragihand ku
serjimêriya sala 2024 an ya Êraq`ê dê di pênc xalan de were encamdan bi taybetî ji bo Kerkûk û deverên veqetandî
yên derveyî Herêma Kurdistan`ê û ragihand ku; pêkhateyên Kurd û Turkmenan di rewşeke hestiyar de ye, lewra divê hemû
Kurdên resen yên Kerkûk`ê ji bo serjimêriyê vegerin Kerkûk û deverên veqetandî
yên din, daku hevsengiya demografî li van deveran zêdetir têk neçe; û hewlên
cidî jî di pêşerojê de ji bo çareserkirina pirsgirêkên deverên veqetandî bên
dayîn.
Dr.Yûsif Goran; Endamê Mekteba Siyasî û Berpirsê Melbenda
Lêkolînên Giştî ya Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistan`ê (YNK) di gotarekê de ku di
beşê (Bîr û Ra) ya PUKMEDIA de hatiye belavkirin têde daxwazê ji hemû Kurdên
Kerkûk û deverên veqetandî yên din dike ku beşdarî serjimêriyê bibin ku wê beşdariyê
bi xebat bi nav dike û dibeje: Xebata vê carê xebatek sivîl û civakî ye, ji bo
aramkirina wijdanê me yê dîrokî li hember şehîdên me, goristan û bîranînên bav
û kalên me û çêdibe ku serjimêriya îsal ya piştî sala 1957 an; bibe serjimêriya
herî girîng di dîroka Êraq û Herêma Kurdistan`ê de.
Piraniya Êraqî û dezgehên Êraqî serjimêriya sala 1957an bi
ya herî rast dizanin; ku ew dê bibe bingehê serjimêriya sala 2024an, ku wê demê
hijmara akinciyên Êraq`ê 6 Milyon û 536 Hezar û 109 kes bûn, her çend e li gorî amarên Wezareta Plandanîna Êraq`ê, hejmara akinciyên Êraq`ê sala 2023 an gihîştibû
zêdetir ji 43 Milyon kesan.
PUKEMDIA
zêtir bibînin
-
Êrîşên navbera Waşinton û Tehranê didomin û Îran gefan dixwe
11:16 AM - 2026-06-06 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
10:50 PM - 2026-06-05 -
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05 -
Îraq ji bo derbasbûna ji krîza Hurmizê berê xwe dide Herêmê û Sûriyeyê
Êraq 11:54 AM - 2026-06-06 -
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
Kurdistan 09:33 AM - 2026-06-06 -
Êrîşên navbera Waşinton û Tehranê didomin û Îran gefan dixwe
Cîhan 11:16 AM - 2026-06-06 -
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
Kurdistan 09:55 AM - 2026-06-06



Aplîkêşin

