Kurdistan û Pêwîstiya Hilbijartinê
Nêrîn 05:27 PM - 2024-05-04
Hilbijartin pîvaneke pêşkeftî û serekî ye ji bo parastin û avakirina sazî û dazgehên hukimraniyê û rêvebirina civakê û xizmetkirina xelkê û dabînkirina pêdivî û jiyaneka şayîste û hêjayî ji bo gele, di heman demê de jî pêşxistina qewareya Herêma Kurdistanê ye.
Hilbijartina Parlemena Kurdistanê mafekî destûrî ya xelkê Kurdistanê ye eger ev mafe neyê bicih anîn wê demî çi rewatiyek ji bo sazî û damezrawên hukmraniyê li Herêma Kurdistanê û rewatiya hikûmeta Kurdistanê jî namîne.
Hemû xelkên Kurdistanê li her çar parçeyan rewşa li herêma Kurdistanê bi taybetî piştî nemana parlemana Kurdistanê û hikûmeta kar birêker ya herêmê dişopîne û bi rewşekî metrsîdar dizane ku wê bibe sedema jinavçûna ev ezmûna ku heyî, di demekî de ku gelê Kurd li her sê parçeyên din ên Kurdistanê daxwaza bicihanîna demokrasiyê û beşdarbûna di hilbijartinên bêgerd û zelal ji hikûmetên desthiladar dikin, lê li Êraqa federal sererayî ku mafê demokrasiyê ji bo kurdan hatiye dabîn kirin, ku ew jî bi saya xebat û tekoşîna salên dûr û dirêj û ji encama xebat û hewlên serkirdeyên mezin wek rewanşad Serokê Mam Celal Talebanî hatiye afirandinê ku hîmên bîngehîn yên vê demokrasiya ku li Êraqê heyî danîn.
Îro jî bi hewl û tekoşîna serokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê Bafil Celal Talebanî û serkirdayetiya wê ya hakîmane ku şev û rojên xwe xistine ser yek û bi berdewamî li Bexdadê ne ji bo dabînkirina mafên xelkê Kurdistanê û parastina qewareya herêmê ku yek ji mafên herî giring hilbijartina parlemena Kurdistanê ye û nûkirina hikûmeta kurdistanê ya heyî ye. Lê belê Partiya Demokrata Kurdistanê xwe nade ber barê hilbijartinan û dixwaze li gor pîvanên xwe hemû dazgehên şer`î û rewa yên federal bimeşîne û raya xwe bi ser hemû aliyên Kurdistanî de bisepîne ji bo berjewendiyên xwe yên hizbî yên teng.
Bi dîtina min divê hemû xelkê Kurdistanê ev îstîhqaqa demokrasiyê û ev mafê xwe yê bi rumet ji bo hilbijartinê berevaniyê lê bikin û rêrewa hukimraniyê rast bikîn wekî ku di daxuyaniya mekteba siyasî ya YNK`ê de hatiye destnîşan kirin ji bo rizgarkirina herêma Kurdistanê ji gef û metirsiyan.
5/4/2024
Dawûd Çîçek
zêtir bibînin
-
Êrîşên navbera Waşinton û Tehranê didomin û Îran gefan dixwe
11:16 AM - 2026-06-06 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
10:50 PM - 2026-06-05 -
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05 -
Îraq ji bo derbasbûna ji krîza Hurmizê berê xwe dide Herêmê û Sûriyeyê
Êraq 11:54 AM - 2026-06-06 -
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
Kurdistan 09:33 AM - 2026-06-06 -
Êrîşên navbera Waşinton û Tehranê didomin û Îran gefan dixwe
Cîhan 11:16 AM - 2026-06-06 -
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
Kurdistan 09:55 AM - 2026-06-06



Aplîkêşin

