MAM LI ŞAM (47)
Nêrîn 09:37 PM - 2023-12-16
(Mam Celal
di bîrhatinên Zaza‘de)
Elî Şemdîn
Bê goman,
çaxê ku Mam li Şam bû di naverasta salên pênciyan de ji sedsala bîstan, wî
roleke pêşeng û karîger lîstibû di şiyar kirina miletê kurd de li sûriya, bi
alîkariya rewşenbîrên kurd yên dinê ku wê çaxê ew jî koçberî sûriya bûbûn û li
şamê runiştbûn, û bi xurtî piştgîriya damezrênerên pêşî kiribû û ew han dabûn
li ser bîrokeya damezrandina yekem partiya siyasî kurdî li sûriya, û alîkariya
wan kiribû di nivîsandina dîkomentên wê partiyê de, û avakirina serkirdayetiya
wê, û destnîşankirina Nûredîn Zaza wek yekem serok ji vê partiyê re, ku bi
fermî hatibû ragihandin di (14.6.1957)‘de.
Û beşekî berfireh ji miletê kurdî li sûriya û tevgera wî ya siyasî, û bi taybet endamên partiya demoqrata pêşverû ya kurdî li sûriya, û alîgirên wê sipasiya vê rola dîrokî di kirin ku Mam Celal wê çaxê lîstibû, û xwe deyndar di dîtin ji beşdariya wî ya karîger re di damezirandina tevgera wan ya siyasî de, û şehnazî dikirin bi Mam Celal wek kesayetiyeke karêzmî û simboleke netewî ta roja îro, lê belê hebûn yên ku li dijî vê rolê radiwestan, û pişt guh xistibûn li ser bingeha helwestên xwe yên siyasî yên bi kîn, çi di belav kirina tometên ne rast, yan jî bi dirust kirina dengoyên derew û bê binema, ta ku gihiştbû astekî hinan ji wan ev rola wî ya diyar û naskirî pişt guh xistibûn, ku wî lîstibû di piştgîriya damezrênerên pêşî de û beşdariya wî li gel wan di bîrokeya damezrandina yekem partiya kurdî de li sûriya, û sextekirina dîrokê bi mebestên siyasî yên qirêj û ne paqij, û ev guhertina wan ji rastiyan re, û sextekirina wan ji dîroka tevgera kurdî re li sûriya, gihişte astê sextekirina bîrhatinên kesayetiyeke giring mîna Nûredîn Zaza ku wî di bîrhatinên xwe de pesnê rola Mam Celal kiriye ku wê çaxê li teniştî damezrênerên pêşî sekiniye, û alîkariya wan kiriye di damezirandina partiya demoqrata kurdî de li sûriya, û sûd wergirtina wan ji şehrzayetiya wî re di nivîsandina dîkomentên partiya nû de, her wiha sûd wergirtin ji ezmûna wî ya rêxistinî re di avakirina laşê vê partiyê yê rêxistinî de, û handana cemawer û rêxistinên siyasî û kultûrî û civakî ku li dora wê kom bibin, û di vî warî de em di karin kiriyara (Ronî Mihemed Dimilî), wek mînak bînin, ku ew bi karê wergerandina pirtûka Dr. Nûredîn Zaza ya bi navnîşana (Jiyana min ya Kurdî) , rabûye û ji zimanê firensî wergerandiye ser zimanê erebî, û rûpelê (140) ji çapa ferensî ya ku di sala (1993)‘de, hatiye çapkirin rakiriye û wernegerandiye ser zimanê erebî, û di çapa erebî de belav nekiriye, û ev karê sexte kiriye bi şêweyekî dûr ji pirensîpên pîşeya wergerandinê, tenê ji ber ku di vê rûpelê Dr Nûredîn Zaza rola Mam Celal di damezirandina partiya kurdî sûrî de, nîşan daye û bi zelalî eşkere kiriye, û vaye em wergerandina kurdî ya dirust ji vê rûpela (140)‘re, ku di çapa ferensî ya bi nav nîşana (Ma vie de kurde) ,de heye, lê mixabin ji bo mebestên xwe yên siyasî çewt û qirêj (Ronî Mihemed Dimilî), di çapa erebî de belav nekiriye û piştguh xistiye, û ji nû ve em ji xwendevanan re bi kurdî belav dikin: (Mam Celal, ku wê çaxê ew yek ji diyartirîn serkirdeyên partiya demoqrata kurdistanî ya îraqî bû, û penaberê siyasî bû li sûriya, ew di karê min de beşdar bû û alîkar bû di şirûvekirin û xwendina peyrewa navxweyî ya partiya xwe ya demoqratî kurdistanî de, û me bi hevre berawird dikir bi rewşa kurdî re li sûriya, û ev xewna min hate cî di dawiya sala 1957’de, û partiya demoqrata kurdî li sûriya bi rastî hate damezrandin, û armanca vê partiyê ew bû ku berevaniya hebûna kurd ya niştimanî bike li sûriya, û doza mafê wan yê kultûrî û îdarî bike di çarçewê sîstemeke dîmoqratî ji bo tevaya welêt de, û piştî danîna pirogerama bingehî yekser endamên komîteya cîbicîkar ya demkî hate hibijartin ta ku kongir were bestin, û ew komîte bûbû mîna desteya bilind ya partiyê, her wiha paş ku ez hatim hilbijartin wek serok ji partiyê re, komîta cîbicîkar ya hilbijartî dest pêkir endamê xwe rêkxistin, û di demeke gelekî kurt de partiyê gelek endam li xwe kom krin tevî ku mercên helbijartina wan pir asê bûn jî, û me bi nehînî dest pêkir bi belavkirina berhemên nivîsandî bi zimanê kurdî û erebî ji bo fêrkirina kurdan, û agahdarkirina wan bi rewşa wan bi giştî, û bi taybet li deverên kurdî li sûriya, û li dewletên erebî û cîhanî jî bi giştî..) .
Û tiştê ku
gotina Nûredîn Zaza (Serokê partiya demoqrata kurdî li sûriya), tekeze û dûpat
dike derbarê rola ku Mam Celal lîstiye di piştgîriya serkirdayetiya partiya nû
û serokê Dr. Zaza, û alîkariya wî ji wan re ji bo xurtkirina rêzên partiya wan
û civiandina xelkê li dora wan, ewe ku nivîskar (Samî Ehmed Namî), di pirtûka
xwe (Dîmenin ji dîroka winda)‘de, di bêje ku Mam Celal û Dr. Zaza di dawiya
sala (1957)‘de, gihiştibûn Qamişlo ji bo ku pêwindiyê bikin li gel kesatiyên kurdî
yên diyar li Cezîrê, û li gel komeleyên siyasî mîna (Komeleya yekîtiya xortên
demoqrat yên kurd li sûriya), û ew razîkirin ku werin nav rêzên vê partiya nû,
û di vî warî de Samî Ehmed Namî dibêje: (Çaxê ku partiya demoqrata kurdî li
sûriya hate damezirandin, Dr. Nûredîn Zaza xwendina li Swîsera temam kiribû, û
vegeriya bû sûriya, û wê çaxê jî Celal Talbanî xwendina xwe li kolêca maf li
zankoya şamê berdewam dikir, û evan herdû têkoşeran bi roleke karîger rabûbûn
ji bo komkirina hemî rêxistinên kurdî li sûriya di çarçewê yek partiyê de, û
her ji bo vê armancê bi xwe ew hatibûn bajarê Qamişlo di 28.11.1957’de..) .
PUKMEDIA
zêtir bibînin
-
Serok Komar tekezî li ser çareserkirina pirsgirêkan li gor destûrê dike
12:22 PM - 2024-04-28 -
Emê zêdetir hevkariya Iraq û Herêma Kurdistanê bikin
05:33 PM - 2024-04-27 -
Êrîşa balafirên bêmirov ên Kormorê bû sedema bertekên navneteweyî
10:56 AM - 2024-04-27 -
Talebanî : Bi siyaseta Deste Gul a Mam têkoşînê bidomînin
10:42 PM - 2024-04-26
zortrin xwendraw
-
Êrîşa balafirên bêmirov ên Kormorê bû sedema bertekên navneteweyî
Kurdistan 10:56 AM - 2024-04-27 -
Îmarat: Êrîşa li ser Kormorê teror û binpêkirineke navdewletî ye
Kurdistan 06:07 PM - 2024-04-27 -
Emê zêdetir hevkariya Iraq û Herêma Kurdistanê bikin
Kurdistan 05:33 PM - 2024-04-27 -
Du şandên Herêma Kurdistanê û Iraqê dê serdana Kormorê bikin
Kurdistan 12:59 PM - 2024-04-27 -
Yemen navên kuştî û birîndarên li qada Kormorê eşkere kir
Kurdistan 07:53 PM - 2024-04-27 -
Parlementar: Di vê heftiyê de dê mûçeyên karmendan were şandin
Kurdistan 11:37 AM - 2024-04-28 -
71 hejmara heftaneya dîjîtal a Îngilîzî hat weşandin
Kurdistan 11:22 AM - 2024-04-28 -
Serok Komar tekezî li ser çareserkirina pirsgirêkan li gor destûrê dike
Kurdistan 12:22 PM - 2024-04-28