Bîderson li Şamê, bê encam

Nêrîn 11:14 AM - 2023-09-20
 Fethulla Hisênî

Fethulla Hisênî

Fethallah Husênî
Nûnerê taybet ê sekreterê giştî yê NY bo Sûriyê Xîr Bîderson di serdana xwe ya vê dawiyê de bo Şamê û hevdîtina bi rayedarên hikûmeta Şamê re, hêviya gihîştina rêkeftinekê ji bo alîkariya gelê Sûriyê li hundir û derveyî Sûriyê nîşan da. Hêzên Sûriyeya Demokratîk bidawîbûna operasyona "bihêzkirina ewlehiyê" li gundewarê Dêrazorêragihandin û peydakirina aramiyê jî piştrast kir.

Dibe ku Bîderson daxwaz ji hikûmeta Sûriyê bike ku bi cîbicîkirina prensîba "gav bi gav" û Komîteya Destûrî tevbigere, lê ev hemû aramiyê li Sûriyê venagerînin wek ku civaka navdewletî xeyal dike, bêyî beşdariya aliyên sereke yên şer li Sûriyê di diyelogê de.
Biryara Encumena Ewlekariyê jimare 2254 destnîşan dike ku Şanderê Taybet ê Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî ji bo pêkanîna erkên pêşvebirina proseya siyasî, ku ji aliyê Sûriyê bi xwe û bi piştevaniya Netewên Yekgirtî ve tê birêvebirin û cîbicîkirin, bi rêzgirtina li serwerî, serxwebûn, yekîtî û aramiya axa Sûriyê û ji bo vê yekê Rêvebiriya Xweser û Hêzên Sûriya Demokratîk hewl dide ku bi rêya projeya siyasî ya heyî, û bi rêya têkbirina terorê ji aliya HSD ve û peydakirina ewlehiyê li deverên ku ji aliyê hêzên herêmê ve bê aram bûne û bi piştgiriya siyasî ji hikûmeta Şamê bi xwe.
Siyaseta sifir destpêşxeriya Şamê ye ku aloziya Sûriyê hîn zêdetir dike û gelê Sûriyê birçî dihêle, nemaze ji ber ku deverên aram bûne deverên germ, û hemû qonaxên siyasî yên derbarê çareseriya siyasî bi ti awayî negihîştine çareseriyekê çi ji bo Sûriyê û çi ji bo gelê wê.

Rojnameya El-Watan tekez kir ku serdana Bîderson di çarçoveya vejandina destpêşxeriya Erebî bo çareseriya siyasî de tê û ev yek li welatekî perçebûyî, ku tê de gelek aliyên şer di warê siyasî û leşkerî de hene ne mumkîne û pêwîste Diyaloga berfireh ya navxweyî hebe yan jî asoyên ji bo çareseriya siyasî ya îdiakirî namîne, ku ji aliyê derve ve tê piştgirîkirin, bêyî ku li rastiya trajîk a gelê Sûriyê binêre piştî 12 salan ji şer, alozî û destwerdanên herêmî û derve.
Ji ber vê yekê em rûbirûyê siyaseta “neçareseriyê” ne û serdana Bîderson tiştekî nû nade, ji ber ku rejîma Sûriyê tiştekî nade, û ev jî nakokiya bi Bîderson re ye, ku ne planek cîbicîkirinê bi dest da heye û ne jî amûrek ji bo fişarê li ser rêjîm.

Rêjîm serdana "Xîr Bîderson" erênî dibîne, ji ber ku ew li gorî xeyala xwe navenda biryardanê dimîne, û opozisyona Erebî serdana Bîderson girîng dibîne, ji bo cîbicîkirina biryarên Netewên Yekbûyî bi hemû bendên wan, û veguhestina desthilatê bo wan. Di dema ku Rêvebiriya Xweser û Hêzên Sûriya Demokratîk serdanê nerênî nabinin mîna stanbêjiyê  li biyabanekê dibînin.Di dema ku alozî li seranserê Sûriyê belav dibe, di nav de teror, hejarî û têkçûna aborî, bêyî ti çareseriyên awarte ji aliyê hikûmeta Şamê ve.
Krîza Sûriyê her ku diçe aloztir dibe, û civaka navdewletî heta niha tenê temaşvane ji karesetê re.

PUKMEDIA

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket