Osman Baydemir û Şanda Pêre li Washington E

kurdistani 05:44 PM - 2016-02-10
Osman Baydemir Parlamenterê HDPê

Osman Baydemir Parlamenterê HDPê

Osman Baydemir endamê parlamenê Tirkiyê ji lîsta HDP, di serdan xweya Washingon ê de, semînarek jibo revenda kurd pêşkeş kir.

Osman Baydemir endamê HDP ji Rihayê û Dr. Hişyar Ozsoy hevkarê hevserokê giştî yê HDP û endamê Parlamenê Tirkiyê ji HDPê nunerê Bingol ê, bi serdanekê li Washingtonê ne, ewê şûnda biçin New Yorkê.

Di çarçeva serdan xwe de, şevê din Baydemir û Dr. Hişyar Ozsoy herdu endamên parlamena Tirkiyê ji partiya HDP û nunerê HDP li Washington Mihemet Yuksel, li Hotêla Holyday Inn, di semînerê de amade bûn.

Baydemir di destpêka semînerê de balkişand ser tundûtîjiyê li herêmê û da zanîn ku, roj derbas nabe ku, agahiyek komkûjiyê ne gihe me, herwiha got, li rojhilata navîn zûlim û zûrdestî gihaye asta herî mezin, asta herî bilind, diktatorek diçe û yek din tê.

Baydemir û şanda di gel wî de, derheqî rewşa aloz li herêmê bi giştî û li bajarên kurdan li Tirkiyê bi taybetî axftin kirin.

Baydemir rewşa siyasî, ewlekarî û îsrara jibo aştiyê anî ziman, da xweyakirin ku çi ji destê wan bê ewê bikin, lê hêza wan ya ku vî şerî rawestîne ti neye, jiber ku astê şerxwaziyê bilinde, konsepta hikumeta AKP ê ya berdewamiya şer heye.

Semînera Osman Baydemir li Virginia

Semînera Osman Baydemir li Virginia

Baydemir di beşeke axiftinên xwe de balkişande ser sedemên şer û hebûna xendekan li hind herêmên kurdan li başûrê rojhilatê Tirkiyê, wî got, ew di tirsin ev şer herderê vegire, li her cî belav bibe, ji metropolên tirkiyê heta herêmên kurdan, da zanîn ku xendek bitenê xweparastine li hember tinekirina netewekê.

Baydemir banga aştiyê û yekêtiya civak û siyaseta kurdan kir û got divê her kes, çi ji dest bê ku ev şer raweste divê bike.

Di dawiya semînarê de, Baydemir bersiva pirsên beşdar û mêhvanan bersivandin, herwiha got ev 2 rojin ew li Washingtonê ne, ewê dîsan herin New York jî, lê Baydemir eşkere nekir kanê wan hind dîdar li gel berpirsên hikumeta Amerîka encam dan e, yan na.

PUKmedia-VOA

 

zêdetir tamaşe bike

Serokê YNKê, Bafil Celal Talebanî

Kurdistan 07:57 PM - 2024-04-26 Serok Bafil: Xwendevan rihê vê civakê ne

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket