Salih Mislim bi Mihail Bogdanov re civiya

kurdistani 10:12 AM - 2016-02-10
Salih Mislim bi Mihail Bogdanov re civiya

Salih Mislim bi Mihail Bogdanov re civiya

 Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Mislim bi Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Mihail Bogdanov re civiya. Di hevdîtina Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Mislim de diyar kir ku divê nûnerên kurdan tevlê Cenevre-3 bibin û li maseyê cih bigrin.

Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Mihail Bogdanov û Hevserokê PYDê Salih Mislim îro li Moskovayê hevdîtinek pêk anîn. Di hevdîtinê de mijarên mizakereyên Sûriyeyê û civîna Cenevreyê hat nirxandin.

‘Ji bo 2254 bikeve meriyetê divê Kurd tevlî civînan bibin’

Bogdanov piştî hevdîtinê got: ‘Li gorî biryara 2254 a Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî ku ji bo çareseriya pirsgirêka Sûriyeyê têkeve meriyete divê kurd tev li civînan bibin. Ji bo ku pêşerojê de ev pirsgirêka çareseriya siyasî têk neçe û bighîje armanca xwe gelekî girîng e.’

‘Pêvajoyeke siyasî ku kurd nebin kêm dimîne’

Bogdanov berê jî ji bo tevlîbûna kurdan ya Cenevreyê gotibû: ‘Bêyî tevlîbûna kurdan agirbest nabe. Di mijarên krîza însanî û tekoşîna dijî terorê de bi ewlehî naghîje armancê. Pêvajoyeke siyasî ku kurd nebin aseh kêm dimîne.’

PUKmedia / ANHA

zêdetir tamaşe bike

Serokê YNKê, Bafil Celal Talebanî

Kurdistan 07:57 PM - 2024-04-26 Serok Bafil: Xwendevan rihê vê civakê ne

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket