YPG`ê: Li Kobanê û Cizîrê 48 terorîst kuştin

kurdistani 04:37 PM - 2015-04-25
YPG`ê: Li Kobanê û Cizîrê 48 terorîst kuştin

YPG`ê: Li Kobanê û Cizîrê 48 terorîst kuştin

Yekîneyên Parastinê YPG`ê û YPJ`e îro şemiyê 25 / 4 / 2015`e bi da xuyaniyekê  ragihand, ku şevanan li Kobanê û Cizîrê di encama çalakî û pevçûnên li dijî terorîstên DAIŞ, 48 terorîst kuştin, her wiha ragihand ku 8 şervanên YPG`ê û şervanekî Burkan El-Furat di encama şer û pevçûnan de şehîd bûn.

Yekîneyên Parastina Gel YPG`ê di daxuyaniya xwe de ev agahî parvekirin:

"Berxwedana Kobanê ya ku li hember hewldana dagirkeriya rexistina terorî ya DAIŞ'ê tên meşandin ket roja 222'yemîn.

Li başûr û başûr-rojavayê Kobanê di encama êrîşên çeteyan de pevçûnên dijwar hatin jiyîn.

Pevçûnên ku piştî êrîşên komên çeteyan a doh di seatên sihare de li hember Til Ebrê û Girê Sor a başûrrojavaye Kobanê destpêkiribû, heman roj, pişt nîvro bi dawî bû. Piştî pevçûn bi dawî bûn, hêzên me li heman qadê operasyonek lidarxistin. Operasyona li derdora gundê Zerkotek bi encam bû lê ya Til Ebrî û Girê Sor hin jî berdewam dike.

Di pevçûnên li van qadan de hejmarek zedê çete hatin kuştin û birîndar kirin. 5 termê çeteyên ku hatin kuştin di destê hêzên me de ye.

Her wiha 6 rêhevalên me û rêhevalekî me ya şervanê Burkan El-Fırat ên ku di şikandina êrîşên çeteyan da bi seknên xwe ya cangorî rolek girîng listîn, bi lehengî şer kirin û gihiştin şehadete.

Komên çeteyan li başûrê Kobanê jî li ser 2 noqteyên cûde êrîş lidarxistin. Êrîşê destpêke ya ku çeperên hêzên me ya li mefreqa gundê Sina hedef digirt piştî pevçûnên dijwar hat şikandin. Di pevçûnên li vê qadê de, qasî hat zelal kirin 9 endame çeteyan hatin kuştin. Hêzên me li vir dest danîn li ser 5 kleş û 1.500 fîşeka kleşan, 2 roketavêja B7, 1 BKC, 24 şerjor, 13 bombeya destan û 6 rext a çeteyan.

Ji aliyekî din, Pevçûnên ku doh pişt nîvro piştî êrîşê çeteyan a li hember gundê Metrês destpêkir heta îro ber destê sihare bênavber berdewamkir. Piştî pevçûnên zor dijwar ev êrîşê çeteyan jî hatin şikandin. Piştî van pevçûnên ku têde 7 çete jî hatin kuştin, çeteyan neçar man ji qadê birevin. Hêzên me li vê qadê tevî 2 termên çeteyan dest danîn li ser 2 kleş, 400 fîşeka kleşan, 1 çeka Bruno, 10 şerjor û 1 bombeya destan.

ji aliyekî din ve YPG`ê  derbarê şerê li Cizîrê ev agahî paravekirin: "Pevçunên navbera hêzên me û komên çeteyan de ya ku li ser sînorên rojavaye Kantona Cizîrê tên jiyîn berdewam dike.

Hêzên me şevê din li hember 2 girên stratejîk a ku di bin serveriya çeteyên DAIŞ'ê de bû operasyonek lidarxistin. Girên li herêma meqleaya ku dikeve 17 k.m rojavayê Til Temir in di demekî kin de ji çeteyan hatin paqijkirin.

Piştî hêzên me van giran xistin dest xwe, direjahiya şevê de komên çeteyan ji bo van giran carêk din bistinîn 2 êrîş lidarxistin. Îro di seatên sihare jî komên çeteyan tevî wesaîtên zirxî û bi piştgiriye çekên giran li heman herême 3 êrîşên cûda lidarxistin. Hemû êrîşê çeteyan hatin şikandin û çeteyan derbên giran xwarin.

Herêmên ku navê wan derbas bû de qasî hat zelal kirin 27 çete hatin kuştin. Hejmarek zêde ya termên çeteyan di bin serveriya hêzên me de ye.

Operasyon û pevçunên li vê qadê de 2 rêhevale me yên ku bi lehengî şer dikirin gihiştin şehadete".

PUKmedia / NR-YPG`ê

zêdetir tamaşe bike

Serokê YNKê, Bafil Celal Talebanî

Kurdistan 07:57 PM - 2024-04-26 Serok Bafil: Xwendevan rihê vê civakê ne

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket