Jineke Asûrî 4 terorîstan dikuje û DAIŞ serê wê jê dike

kurdistani 10:52 AM - 2015-02-27
Jineke Asûrî 4 terorîstan dikuje û DAIŞ serê wê jê dike

Jineke Asûrî 4 terorîstan dikuje û DAIŞ serê wê jê dike

Berdevkê Fermî yê Hêzên YPG’ê Rêdûr Xelîl ragihand ku, rêxistina terorîstî DAIŞ li gundê Hirmiz a ser bi Til Temir serê jineke aşûrî jê kir û li nîva gund serê wê jinê bi deriyekî ve daliqand.

Redur Xelîl di kongireyekî rojnamevanî de li herêma Til Hemîsê de ragihand û got: Li gundê Hirmiz yê Til Temir dema ku çeteyên DAIŞ êrîşî gund dikin, jinek Aşûrî berxwedanek mezin nişan da, 4 çeteyên DAIŞ’ê dikuje. Piştî ku 4 çeteyan dikuje, DAIŞ wê jina Asûri digre û serê wê jê dike û bi deriyekî ve daliqand.

Berdevkê YPG diyar kir ku bajarê Til Temir rastî êrîşek hovane yê çeteyên DAIŞ’ê taybet li ser gelê herêmê Asûrî Û Sûriyanî hatin. Di encama vê operasyonê de zêdetirî 100 hemwelatiyên herêmê hatine kuştin û revandin.

Rêdur Xelîl ew yek jî aşkira kir û got: Heta niha hejmara ketî destê me ji 100’an zêdetir çete hatine kuştin. Her wiha gelek ji van kuştiyên çeteyan di destê hêzên me YPG de ne. Dîsa hejmareke zêdê ji cebilxaneya çeteyan jî hatiye desteserkirin.

Li dawiyê jî Rêdur Xelîl got: Li Başûrê Kurdistanê jî çalakiyên hêzên pêşmergeyan li dijî çeteyên DAIŞ’ê yên li gundên Herêma Başûr bandoreke erênî li operasyona hêzên me kir û ji bo me wekî alîkariyekê bû.

PUKmedia/ANHA

zêdetir tamaşe bike

Serokê YNKê, Bafil Celal Talebanî

Kurdistan 07:57 PM - 2024-04-26 Serok Bafil: Xwendevan rihê vê civakê ne

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket