Salih Muslim : Pêşmerge hêza yek parçeya Kurdistanê nîne

kurdistani 10:18 AM - 2014-12-22
Salih Muslim : Pêşmerge hêza yek parçeya Kurdistanê nîne

Salih Muslim : Pêşmerge hêza yek parçeya Kurdistanê nîne

Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokrat PYD Salih Muslim li bajarê Yutoporî ya welatê Siwêdê roja 21/12/2014 semînerek bi amadebûna revenda Kurd û siyasetmedar û rewşenbîan lidar xist.

Semîner bi giştî li ser rewşa Kurdistanê û bi taybetî li ser rojavayê Kurdistanê bû, ku têde hevserokê PYD berxwedana gelê Kurd û Yekîtiya gelê Kurd weku babetek serekî şîrove kir.

Her weha Salih Muslim behsa kongireya netewî a gelê Kurd kir û amaje bi pêwqendiyên giştî ên Kurdan û diyar kir ku niha  pêwendiyên dîplomasî ên Kurd li gel cîhanê bi pêşve çûye.

Di dirêjahiya babeta xwe de Hevserokê PYD ronahî xiste ser pêwendiyên rojava li gel Kurdên bakûr û başûr û div ê bare de jî rola hêzên pêşmerge ên Kurdistanê ku milbimilê hêzên YPG û hemû Kurd di berevanîkirina li bajarê Kobanê û navçeyên Kurdistanê yên hatine dagîr kirin û êrişên hêzên pêşmerge li ser baregehên DAIŞ`ê bi bilind nirxand.

Ji aliyê xwe ve jî, endamê şanda YNK Şaho Helebçeyî ku di semînerê de amade bû ji PUKmedia`yê re ragihand ku: Hevserokê PYD gelekî li ser meseleya Yekîtiya Kurdan axiviye û nimûneyên vê dawiyê ên li bajarê Kobanê weku şahid aniye ziman ku hêzên pêşmergeyên Kurdistanê bo gelê Kurd selmandine ku hêza yek parçeya Kurdistanê nîne, belku hêza tevahiya gelê Kurde, her weha berxwedana hêzên pêşmerge û YPG û gerîlayan û şervanan bo rizgarkirina Kobanê şahîdê vê yekê n e.

PUKmedia/Felah Ehmed

zêdetir tamaşe bike

Serokê YNKê, Bafil Celal Talebanî

Kurdistan 07:57 PM - 2024-04-26 Serok Bafil: Xwendevan rihê vê civakê ne

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket