Îlham Ehmed: Kobanê dengê doza Kurd gihand civaka navdewletî

kurdistani 09:35 PM - 2014-11-11
Endama Desteya rêvebir a TEV_DEM`ê Îlham Ehmed

Endama Desteya rêvebir a TEV_DEM`ê Îlham Ehmed

Rêvebira Tevgera Civaka Demokratîk li Rojavayê Kurdistanê TEV-DEM`ê Îlham Ehmed ragihand ku tiştê li Kobanê rûdaye serkeftina doza Kurd e, her wiha da xuya kirin ku serkeftina rêkeftina Dihokê bi tiştên li ser qadê li Qamişlo pêk bêne ve girêdayî ye.

Rêvebira TEV-DEM Îlham Ehmed ji PUKmedia yê re axivî, Ehmed di hevpeyvîna xwe de tekez li ser wê yekê kir ku divê kêm û kurtiyên berê di navbera ENKS`ê û TEV-DEM`ê de derbarê rêkeftinan de derketine, bi rêkeftina Dihokê re dubare nebin û tekez kir ku rêkeftina Dihokê bo gelê Kurd destkeftiyeke, her wiha da xuya kirin ku ew di gumanê de ne,  ji ber berjewendiyên Partiyan ên teng di ENKS`ê de, rêkeftin li ser qadê neyê cîbicî kirin û cexit li ser wê yekê kir ku helûmercên siyasî hatine gohartin û divê pêngavên pêwîst bêne avêtin.

Îham Ehmed diyar kir ku hêzên Kurdistanê xwedî roleke girîng bûn di lidarketina rêkeftina Dihokê de û hêzên Kurdistanê di wê baweriyê de ne, ku berjewendiyên Kurd yekin, ev rêkeftin xwedî role di parastina başûrê Kurdistanê de jî, vaye Şengal li ber çave, Şengal ji bo hemû Kurdan dersek bû, eger Kurd li gel hev rêknekvin dê tijrajîdiyên nû bi ser Kurdan de bên, her wiha hate xweya kirin ku xebatên hevbeş encamên serkeftî ligel xwe tînin weku hevkariya li Rabîa rûda.

Derbarê pêşroja rêkeftina Dihokê de Ehmed got: Biryara herî girîng di rêkeftina Dihokê de ew bû, beşdarbûna ENKS`ê di nav Rêvebiriya Xweser de û ez bawerim ev rêketin ne bitenê ji bo Rojavayê Kurdistanê girînge, lê belê ji bo ev proja weku nimûneyekî serkeftî li Rojhilata navîn bigştî bi serkefe girînge, lê em nizanin Partiyên ENKS`ê hêja dixwazin çi bighurin? Em ji bo Sûriyek Demokrat xebat dikin û ev proja me dê ne li ser pişta netewên din ên Sûriyê be, em naxwazin ev proje nijandperest be û bi tenê li gorî berjewendiya Kurd be. 

Bi helwesta Îtîlafa Nîştimanî ya Sûriyê li ser Rêkeftina Dihokê ve girêdayî , Ehemd got; Îtîlaf nûnertiya gelê Sûriyê nake, her wiha nûnertiya hemû hêzên oposizyonê jî nake, ew bi tenê beşek ji oposizyonê ne, me hêvî dikir helwesta wan erênî be, lê mixabin yên bi navê Îtîlafê axivîn û Kurd bû (Ebdulhekîm Beşar) helwestek nîşanda ku ne nûnertiya Ereb dike ne Kurd.

Li ser helwsta hêzên navdewletî ji Partiya Yekîtiya Demokrat PYD`ê, Ehmed got; ji bo di şerê li dijî terorê de hêzekê li qadê bibînin, hêzên navdewletî di nav lêgerînekê de bûn û dîtin ku YPG`ê hêzeke bawerî pê tê kirin, hêzeke bi rêxistine û bi bandore li ser qadê, her wiha nas kirin ku ew gotegotên li ser PYD`ê têne gotin ji rastiyan ve dûrin, ji ber vê çendê helwesta hêzên navdewletî li berember PYD`ê hate gohartin.

Li ser helwesta Eqerê jî Ehmed daxuya kirin ku, helwesta Tirkiyê neyênî bû, ne di berjewemdiya Tirkiyê de ye, divê Tirkiyê weku cîran li me temaşe bike, em nizanin ji ber çi Tirkiyê ew çendê xwedî helwesteke dujmane ye li bermberî me, her rêkeftinek di navbera Kurdan de,Tirkiyê bê zar dike.

Li ser pirsa ji ber çi Artêşa Azad rijde bikeve Kobanê ? Ehmed got: Oposizyona Sûrî bigiştî helwestên xwe li ser hîma hevkariya ligel artêşa Azad diyar dikin, lê ji ber ku rêjîmê dest avêtî nav Yekîneyên artêşa azad civaka navdewlerî bi artêşa azad ne bawere, ew dixwazin bi rêya Kurdan dîsa baweriya civaka navdewletî bidest bixînin, ji ber vê çendê ew çend rijdin ji bo bikevine Kobanê.

Û wiha pê de çû: Lê dîsa me dilekî fereh pêşwazî li hewldana artêşa azad kir, me ji wan re got ku ne pêwesîte her kes berê xwe bide Kobanê, eger hun bi rastî dixwazin şerê DAIŞ bikin li deverên derdora Kobanê şerê DAIŞ bikin, ev yek dê encamên baştir bide, Tirkiyê ji aliyê xwe ve xwest Kurd û Ereban berdê hev, lê me ev hewldan pûç kir.

Li ser rewşa Efrînê û ew metirsiya ku tiştê li Kobanê rûda ye bi ser Efrînê de dubare bibe? Ehmed got; Ez nizanim ji ber çi ev çendê behsa van metirsiyan têne kirin, rewş li Efrînê arame, eger DAIŞ bifkirê bikeve Efrînê divê em bifkirin DAIŞ ji Munbêcê derxînin, divê em tameşekar nemînin û ti carî rê nedin DAIŞ, em herdem di amadebaşiyê de bin , heya ku DAIŞ heye metirsî bi ser Kurd de heye, divê herdem em amadebin, cixrafiya me jî derfet didê me û her wiha amadekariyên me.

Ehmed di dawî de got; Ligel hemû êş û azaran Kobanê dengê doza Kurd gihand civaka navdewletî, me ti carî hilnebijrat em di nav êş û azaran de jiyan bikin, kesî ne dixwest xelkê Kobanê bikeve rewşek wer dijwar û zor de, ne hilbijartiya me bû ku ciwanên me li berember tewanbaran şer bikin, lê jiyanê em fêrkirin ku her çendê bi êş be jî divê em ji ezmûnan sûd werbigirin û veguherînin serkeftinan.

Amadekar: Şêwrawî Mamo

PUKmedia / Elînde Ehmed / Efrîn

zêdetir tamaşe bike

Serokê YNKê, Bafil Celal Talebanî

Kurdistan 07:57 PM - 2024-04-26 Serok Bafil: Xwendevan rihê vê civakê ne

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket