Kantona Kobanê bang li YNK`ê û Serok Mam Celal dike
kurdistani 03:41 PM - 2014-09-21Kantona Kobanê bang li YNK`ê û Serok Mam Celal dike
Seroketiya Kantona Kobanê banga hawariyê li Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê û hemû aliyên siyasî yên Kurdistanê kir ku destê alîkariyê dir;jî xelkê Kantona Kobanê bikin.
Serokê desteya cîbicîkar a rêvebiriya xweser a Kantona Kobanê Enwer Mislim îro yekşemê 21 / 9 / 2014`e ji PUKmedia yê re axivî û cexit li ser wê yekê kir ku Kobanê rû bi rû li ber komkujiyê maye û komên terorê ji 8 ta 10 k.m ji bajarê Kobanê ve nêzên, her wiha di heman demê de tekez li ser wê yekê kir ku xelkê Kobanê li berember terorsîtan rijdin di berxwedanê de û cexit li ser wê yekê kir ku dê li dijî terorê û terorîstan Kobanê bi serkeve.
Mislim her wiha da xuya kirin ku li deverên nêz ji Kobanê ve şer û pevçûnên dijwar di navbera YPG`ê û terorîstên DAIŞ de berdewamine û got ku; Li beremberî terorê her kes bergirî li Kobanê dike, her kesê ku dikarê çek rakê çek hildigrtiye û berê xwe dide bereyên şer li dijî terorîstan.
Derbarê hejmara penabaran jî Misilm da xuya kirin ku hejmara rast ji penaberan nayê zanîn, her wiha bal kişand ser bi wê yekê ku rêxsitina terorê şerekî pîskolojî birêve dibe û nûçeyên derw derbarê serkeftinên xwe de bi ser Yekîneyên Kurd de li Kobanê blav dike ku ketiya Kobanê, ta welatî berê xwe bidin bakûrê Kurdistanê.
Her wiha Misilm di serî li YNK`ê û Serok Mam Celal banga hawariyê li aliyên siyasî yên Kurdistanê kir û got; Em di serî de bang li Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê û Serok Mam Celal û bang Partiyên Kurdistanê dikin û dibêjin; Xelk Kobanê rû bi rû li ber komujiyan maye, bêtirî ji 500 hezar kes di bin gefa kuştinê û kocberiyê de ne, pêdiviya Kobanê bi we heye bi seknandina we ligel wê heye, Kobanê çavrêya alîkarî û piştevnaiya we dike.
Misilm di dawî de bang li Kurdên her çar perçeyên Kurdisranê kir berê xwe bidin Kobanê û li dijî terora DAIŞ alîkariyê bidin Kobanê.
Hêjayî gotinê ye ku Kantona Kobanê ya Rojavayê Kurdistanê ev heyama hefteyekê bêtire, rastî êrişeke dijwar a rêxistina terorê DAIŞ bi ser ve tê, her wiha hêzên YPG`ê û gelê Kbanê ji aliyê xwe ve li beremberî êrişa terorê berxwedaneke hempa birêve dibin.
PUKmedia / Fayêq Êzîdî
hewal ziyatr
-
Dahata Silêmanî ya heftane zêdetirî 20 milyar e
11:15 AM - 2024-04-26 -
Şalaw Kosret Resûl: Divê xizmeta herî baş bê pêşkêşkirin
09:56 PM - 2024-04-25 -
Komisyonê berdewambûna amadekariyên bo hilbijartinan piştrast dike
01:41 PM - 2024-04-25 -
Qubad Talebanî: Her rojek bîranîna tawanekê ye
05:53 PM - 2024-04-24
zêdetir tamaşe bike
Zêdetirî 107 hezar dengder dê kartên biyometrîk werbigirin
11:10 AM - 2024-04-26
Hewlêr û Bexda di tomarkirina binpêkirinan de di pêş de ye
09:14 PM - 2024-04-24
Serok Bafil: Yekîtî berdewame ji bo qerebûkirin û xizmetkirina xelkê Qeladizê
02:16 PM - 2024-04-24
Amerîka: Rewşa azadî û mafên mirovan ber bi paşvebûnê ve diçin
01:51 PM - 2024-04-24
zortrin xwendraw
-
Şalaw Kosret Resûl: Divê xizmeta herî baş bê pêşkêşkirin
Kurdistan 09:56 PM - 2024-04-25 -
Zêdetirî 107 hezar dengder dê kartên biyometrîk werbigirin
Kurdistan 11:10 AM - 2024-04-26 -
Dahata Silêmanî ya heftane zêdetirî 20 milyar e
Kurdistan 11:15 AM - 2024-04-26 -
Serok Bafil: Xwendevan rihê vê civakê ne
Kurdistan 07:57 PM - 2024-04-26