Serok Mam Celal pêşwazî li jimarek kesayetî dike

kurdistani 10:39 AM - 2014-08-21
Serok Mam Celal pêşwazî li jimarek kesayetî dike

Serok Mam Celal pêşwazî li jimarek kesayetî dike

Roja çarşemê 20/8/2014 Serok Mam Celal li bajarê Silêmaniyê bi cuda pêşwazî li şandeke balyozxaneya komara îslamî ya Êranê li Êraqê û hejmarek zana û kesayetiyên Necefê kir.

Şandeya Êranê ji her yek li balyoz Hesen Danayî Ferdo û cîgirê balyoz Mihemed Kazim Al Sadiq û rawêjkarê bayozxaneyê Elî Esxer Neraqî pêk hatibû, di hevdîtinê de jî şanda mêvan bi germî nûçeya tendirustiya serok Mam Celal pirsîn û kêfxweşiya xwe bi baştirbûna rewşa tendirustî nîşan dan û hêviya leşsaxî û selametiyê bow î xwestin.

Her heman rojê şandeka zaneyan û kesayetiyên Necefa pîroz bi serokatiya Dr. Mihemed Behrilulom serdana serok Mam Celal kirin û ew şand jî ji her yek li Seyid Îbrahîm Behrilulom û Mihemed Elî Behrilulom û Hesen Izedîn Behrilulom, Cefer Hekîm û Mistefa Cefer Hekîm û Elî Ehmed Behrilulom pêk hatibûn.

Di hevdîtinê de jî şanda mêvan kêfxweşiya xwe bi baştirbûna tendirustiya Serok Mam Celal nîşan da û hêviya baştirbûna tendirustiyê bow î xwestin, her weha rola Serok Mam Celal jî di proseya siyasî a Êraqê û parastina tebayiya navbera pêkhateyan de bilind nirxandin.
Hêjayî gotinê ye ku her yek li Dr. Letîf Reşîd û adil Murad jî di hevdîtinan de amade bûn.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

Serokê YNKê, Bafil Celal Talebanî

Kurdistan 07:57 PM - 2024-04-26 Serok Bafil: Xwendevan rihê vê civakê ne

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket