Mîrê Bilûrê Egîdê Cimo
kurdistani 04:34 PM - 2014-06-16Mîrê Bilûrê Egîdê Cimo
Galaya belgefîlma bi navê “Welatê Me Kurdistan e” ku behsa jiyan û muzîka Egîdê Cimo ku wek Mîrê Bilûrê tê nasîn dike, hate kirin....
Di çarçoveya Rojên Hunerê yên Konservatura Aram Tîgran de galaya belgefîlma huneröendê Êzdî Egîdê Cimo li Hêwana Şanoyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hate pêkanîn. Belgefîm ji aliyê Konservatuara Aram Tîgran û Komeleya akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn ve bi hevkarî hatiye çêkirin û derhêneriya wê jî Îbrahîm Yildirim dike.
Fîlm 45 deqe ye û behsa serpêhatiyên hunermend dike û qeydên der barê jiyan, çand û hunera kurdan li xwe digire.
Di belgefîlmê de strana navdar a Welatê Me Kurdistan e tê helsengrandin û nîşan dide ku danerê vê stranê hunermendê 83 salî xwedî bîreke civakî û çandî ya kurdewarîyê ye. Di fîlmê de tê destnîşankirin ku hunermend 35 salên xwe di Radyoya Erîvanê de hem operatoriyê hem jî aranjehiyê dike û wek mey, birûr û zirnebêj xebatên xwe yên hunerî dibe serî. Di fîlmê de hunermend dibêje, “gelekî heke şanoya wî, orkestraya wî, wêjeya wî hebe, dewleta wî jî heye.” Ev fîlm berhema salekê ye û ji sê xelekan pêk tê: Ermenîstan, Wan û Amed. Hunermend xelkê Qelqeliya Wanê ye û jiyana xwe li Erîvan, Boskosê, Gexard û Elegezê borandiye û ku di fîlmê de ev dever hatine kişandin. Kêşanên fîlmê 16 roj li Ermenistanê, 2 roj li Wanê û 23 roj jî li Amedê hatien kirin û di beşa Amedê de tê destnîşankirin ku hunermend sala 2013ê ji bo şahiya Konservatuara Aram Tîgran hatiye Amedê û 23 rojan ders daye xwendekaran û gel wan derketiye ser konserê.
Rastî nexweş dikeve, lê namire
Derhênerê fîlmê Îbrahîm Yildirim da zanîn ku ev belgefîlm ji bo wî ezmûneke gelekî baş bûye û di dema kişandinê de 2 mehan gel hunermend maye. Yildirim bal kişand ku Cimo hunera xwe xistiye nav jiyana xwe ya rojane jî û got, “Egîdê Cimo li ser sehneyê çawa ye li nav jiyanê jî her wisa ye.” Yildirim da zanîn ku hunermendê navdar der barê hevalên xwe yên naskirî Garabêtê Xaço û Aramê Dîgran de jî gelek tişt gel wan parve kirine û got, “Em negihîştin ku wna hunermendan jî bi belgefîlmên xwe bikêşin lê bi saya Egîdê Cimo em der barê wan de bûne xwedî agahiyên têr û tesel.” Yildirim gotina hunermend, “rastî nexweş dikeve lê namire” ku di fîlmê de bi kar aniye jî biş bîr xist û got, “Hunermend gelekî tenê maye. Me jî hewl da em piçekî be jî deynê xwe ser hunermendê hêja rakin.”
Cimo: Hêj gelek karê me heye
Paşî şanoger Kemal Ulusoy Egîdê Cimo gazî ser dikê kir û xwest ew jî hestên xwe parve bike. Cimo, diyar kir ku xebateke weha ew gelekî kêfxweş kiriye, arşîv û mîrateyeke girîng heye ku ji gelê kurd re bête hiştin û spasiya derhêner Îbrahîm Yildirim kir. Hunermendî got, “Hêj gelek tişt mane ku em bikin.”
Serokê beşa Çand û Turîzmê Muharrem Cebe jî Egîdê Cimo û derhêner Yildirim pîroz kirin û da zanîn ku ew bi dengê radyoya Erîvanê mezin bûne. Cebe weha got, “Egîdê Cimo, Fatma Îsa û hemû dengbêj di dilê me de ne û ew bûne parçeyek jiyana me ya kurdewarî. Gava em biçûk bûn, em diçûn ber pezî me radyoyek bi xwe re digerand, em li benda saeta Erîvanê disekinîn. Îro li Amedê ew dengbêj bi me re ne.”
Piştî axaftinan Egîdê Cimo û stranbêj Rizgan Hasoyan bi hev re stranên xwe gotin.
PUKmedia-Ş-A
hewal ziyatr
-
Dahata Silêmanî ya heftane zêdetirî 20 milyar e
11:15 AM - 2024-04-26 -
Şalaw Kosret Resûl: Divê xizmeta herî baş bê pêşkêşkirin
09:56 PM - 2024-04-25 -
Komisyonê berdewambûna amadekariyên bo hilbijartinan piştrast dike
01:41 PM - 2024-04-25 -
Qubad Talebanî: Her rojek bîranîna tawanekê ye
05:53 PM - 2024-04-24
zêdetir tamaşe bike
Zêdetirî 107 hezar dengder dê kartên biyometrîk werbigirin
11:10 AM - 2024-04-26
Hewlêr û Bexda di tomarkirina binpêkirinan de di pêş de ye
09:14 PM - 2024-04-24
Serok Bafil: Yekîtî berdewame ji bo qerebûkirin û xizmetkirina xelkê Qeladizê
02:16 PM - 2024-04-24
Amerîka: Rewşa azadî û mafên mirovan ber bi paşvebûnê ve diçin
01:51 PM - 2024-04-24
zortrin xwendraw
-
Şalaw Kosret Resûl: Divê xizmeta herî baş bê pêşkêşkirin
Kurdistan 09:56 PM - 2024-04-25 -
Zêdetirî 107 hezar dengder dê kartên biyometrîk werbigirin
Kurdistan 11:10 AM - 2024-04-26 -
Dahata Silêmanî ya heftane zêdetirî 20 milyar e
Kurdistan 11:15 AM - 2024-04-26 -
Serok Bafil: Xwendevan rihê vê civakê ne
Kurdistan 07:57 PM - 2024-04-26