Wateya pîrozkirina sersalan
Nêrîn 03:39 PM - 2021-07-28.
Di dîroka mirovahîyê de,bi berdewamî rojên nû, û salên nû, bi ser endam û kesên kû di nava gerdonê de, çî û warên xwe digrin debi pîrozbahî û xwaşî de derbas dibin.
Lê di nav her neteweyêkî de b gurî rewş û jînwarên wan, hatîye pêşwazî kirin ,û pîroz kirin.ev cejin tê bi wataya nûjenî û nûdemî, kû hin tiştên teze û nû derdikevin hole.
Ev cejina sersal,bi roja li dayikbûna hezretî îsa tê jmarti., cejineke kû ji layen tevahîya gel û neteweyên, li ser zemîn de, tê pîrozkirin,û cihêkî taybetî xwe heye, li ba hemû miletikî û welatikî , çi musliman û çi xiristyan û çi êzdî û çi yahodî,.
Ev cejin bi nave hezretî êsa tê bi navkirin, kû li pêş 2007 salan de, hezretî meryam,ew dîyarî ji xwedaya mezin de bi dest xistîye, bê ewê kû bi hîç mêrikî re şokiri bê.ev wek hengavekê yê kû êdî mirovahî ber bi rojeke nû de dice.
Hezretî îsa bi berdewamî bang bo aşitî û lihebendî dikir,û rê li pêş koştin û nelehevîyê digirt, evjî bû bi sedama li xaçdana wî,li ser destên roma û bi îxaneta hevalê wî yê here nêzîk(yahoza elesxeryûtî)de bû.
Roma pir xwastin nav û reng û dngê hezretî îsa nemînê, û bi hemû şêwazî şer û dijeyetî bîr û ramanên wî kirin, lê di dawîyêda bi bervajî wan her tişt berêve çû,ew bû,kû di roja îro de hemû xiristyanên cihan li xaçdana hezretî îsa wek serkeftinekê li ser mirinê dijmêrin,ev di dilên hemû xelkekî kû di nava rêbaz û xebata oldarîya xiristanî yê daye.
Eger em li dîroka borî vegerin û werbêj bikin, ji mere ,rastîya wê gotinê derdikeve kû bi rastî we ye,…Ango mirina îsa yan li xaçdana wî jîyaneke nû bi rûmet afirand.
Ev jî ji mere wek nîşanekê ye kû bi derxistina rêber û serokan ,îdolojî û xebat,namirin û li nav naçin.
Jibo wê yekêjî ez hêvîdarim kû,dijminên gelê me li her çar alî Kurdistan rastîya hezretî îsa têbighin û berçav bigirin, kû çawa bilantisî romayî puşmam bû,û gişt serok û serwerên roma,kû îsa li xaçdan,pişra li mêj û îta`etê jêra dikin,û jê dixawzin kû hezretî îsa ji kiryarên ne rewa yên kû bapîr bapîrên wan kû bi derhaqî isa de kiribûn biburîne.
Herwa rojek tê kû neyarên mejî , wê neçar bibin kû ji gelê kurd û rêberên wê lêburînê bixwazin,jiber kû tiştên kû bi sere gel û rêberên kurdan de kirine, romajî bi ser hezretî îsa de nekirîye.
Di va sala nû de, dibê tirk,ereb,faris û acem,ser li nûve li xwe vegerin û bi wîjdan pêşwazî li sala 2008 an bikin,û bikaribin li gel miltên dinjî bi dusteyetî bijîn.
Jiber kû gelê kurd bi xwe herdem,jibona vê rojê amedeye,bi berdewamî aşitî û azadî di bîr û ramanên xwe dane.
Her çende salên derbasbûyî bi rengeke normal jî derbas bûne ,lê ji bo gelê kurd, hem bi berhem bû, û hem bi ziyan bû, lê hêvîya xebateke serkeftî û berhemdar jibo bizava rizgarîya gelê me li her çar alî Kurdistan dixwazim,li gel vekirina derîyekî bi bînxwaşî û baxçeyekî xemlîn ji nifşên nû re ta azadîya yekserî ji hemû gelên bindest li cîhan û bi taybet li Kurdistan.
Hozan Efrînî
hewal ziyatr
-
Dahata Silêmanî ya heftane zêdetirî 20 milyar e
11:15 AM - 2024-04-26 -
Şalaw Kosret Resûl: Divê xizmeta herî baş bê pêşkêşkirin
09:56 PM - 2024-04-25 -
Komisyonê berdewambûna amadekariyên bo hilbijartinan piştrast dike
01:41 PM - 2024-04-25 -
Qubad Talebanî: Her rojek bîranîna tawanekê ye
05:53 PM - 2024-04-24
zêdetir tamaşe bike
Hewlêr û Bexda di tomarkirina binpêkirinan de di pêş de ye
09:14 PM - 2024-04-24
Serok Bafil: Yekîtî berdewame ji bo qerebûkirin û xizmetkirina xelkê Qeladizê
02:16 PM - 2024-04-24
Amerîka: Rewşa azadî û mafên mirovan ber bi paşvebûnê ve diçin
01:51 PM - 2024-04-24
50 Sal bi ser bombebarankirina Qeledizê û Zanîngeha Silêmanî re derbas bû
09:45 AM - 2024-04-24
zortrin xwendraw
-
Komisyonê berdewambûna amadekariyên bo hilbijartinan piştrast dike
Kurdistan 01:41 PM - 2024-04-25 -
Şalaw Kosret Resûl: Divê xizmeta herî baş bê pêşkêşkirin
Kurdistan 09:56 PM - 2024-04-25 -
Zêdetirî 107 hezar dengder dê kartên biyometrîk werbigirin
Kurdistan 11:10 AM - 2024-04-26 -
Dahata Silêmanî ya heftane zêdetirî 20 milyar e
Kurdistan 11:15 AM - 2024-04-26