Daxuyaniya YNK-Goranê ya hevbeş

YNK 04:24 PM - 2020-11-29
.

.

Li Dabeşanê civîna YNKê û Goran bi dawî hat û belavokeke hevbeş dan weşandin.

Îro roja yekşemê 29-11-2020`an li bajarê Silêmaniyê li girê Dabeşanê, di navbera YNKê û Goranê de civîneke du qolî hat lidasr xistin.

Di wê civînê ya du qolî ku di navbera Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê û Tevgera Goranê de, derbarê mijarên pêşketinên nû siyasî û aborî li ser qada Herêma Kurdistan û Êraq û navçeyê bi giştî hat gotûbêj kirin.

Her weha di heman civînê de, herdu aliyan ango Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê û Tevgera Goranê li ser rewşa jiyanî ya welatiyan û fermanberên Herêma Kurdistanê ku di encama belavbûna vîrusa Koronayê û her weha piştî ku Encûmena Nûneran a Êraqê ew biryara ne rewa derheqê mûçeya fermanberên Herêma Kurdistanê ev tev hatin rojeva wê civînê.

Di wê barê de, herdu aliyan di dawiya civîna hevbeş de belavokeke hevbeş derxistin û ji raya giştî re belav kirin.

Ev jî naveroka wê belavoka hevbeş e...

1- Di avakirina komîteya danustandinên bi Bexdadê re bilez bikin û bişînintako çareseriyên kokî bibînin û ew kêşe û aloziya budçeyê bi dawî bikin û di heman demê de, ev pêngav bibe zemînxweşkirine bingehîn ji yasaya budçeya federalê ya sala 2021`an re.

2-Em pêşwazî dikin li wan pêngavên derbarê ne navendiya rêvebirin ş aborî ku di bernameya kabîneya nuhem ê hikûmeta Herêma Kurdistanê de hatiye.

3-Zemînxweşkirina guncaw ji bo lidarxistina hemû aliyên siyasî Kurdistanî û pêşxistina pewendiyan ji bo çareserkirina kêşe û aloziyên ku li hemberî rastiya Herêma Kurdistanê dibin kelem.

Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistan Tevgera Goran

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket