21ê sibatê roja Zimanê Dayikê ya Navnetewî

kurdistani 01:06 PM - 2016-02-21
21ê sibatê roja Zimanê Dayikê ya Navnetewî

21ê sibatê roja Zimanê Dayikê ya Navnetewî

Rojeke gelek girîng, pîroz û watedar e. Bi taybetî ji bo me kurdan ku hîn zimanê me qedexe ye, em kurd nikarin bi zimanê xwe perwerde bibin. Ez dixwazin di serê de behsa dîroka vê roja navnetewî bikim ku kengî, ҫima û ҫawa roja 21ê sibatê bûye roja Zimanê Dayikê ya Navnetewî.

Di roja 21 sibata 1952an de komek xwendekarên bangaliyên ku li zanîngehan dixwend li paytextê Bangaladeşê li bajarê Dakayê xwepêşandanek (mîtîngek) li darxistin, bi durişme û pankartên xwe, xwestin ku bi alfabeya xwe û bi zimanê xwe perwerdê bibînin. Zimanê wan bibe zimanê fermî yê perwerdê. Wê demê Bangaldeş di bin desthilatdariya Pakistanê de bû û Pakistanê ziman û ҫanda wan qedexe kiribû. Di vê xwepêşandanê de polîsên Pakistanî wê koma xwendakarên Bengalî dan ber kotek, lêdan û berikan. Hinek ji wan birîndar bûn, hinek hatin girtin û 11 kes jî li meydana xwepêşandanê hatin kuştin. Gelek dewlet û dem û dezgehên sîvîl ên navnetewî wê wahşetê protesto kirin. Ҫend sal piştre Rêxistina Yekitiya Neteweyan beşê Perwerde, Zanyarî û Ҫandê (UNESCO) yê li ser pêşniyaziya bengaliyan roja 21ê Adarê bi navê International Mother Language Day (IMLD ), yanî Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî (RZDN) diyar kirin. Piştî van bûyeran dewleta Pakistanê neҫar ma û di sala 1956an de li gel zimanê urdû zimanê bengalî jî wekî zimanê fermî pejirand. Di sala 1971ê de jî Bengadeş ji Pakistanê veqetî û bû dewleteke serbixwe. Her weha di sala 1999an de UNESCO ji bo perwerde û hînkirina zimanê dayikê rê û rêbaza salnemeyeke xebatê derxist. UNESCO girt bernameya xwe ku divê hemû ziman û ҫand werin parastin. Mafê bi perwerdeya zimanê dayikê mafeke sirûştî ye, tu dewlet nikare qedexe bike. UNESCO ji bo roja 21ê adarê her sal mijareke derdixe pêş û li ser wê xebatê dike. Mijara îsalî jî “bi zimanê mînorîtetan (kêmneteweyan) amadekirina pirtûk û medya dîjîtal” e. Divê her dewletên ku di nav tixûbên wan de mînorîtet hene îsal di vê mijarê de alîkariya wan bikin, butҫeyeke ji wan re veqetînin. UNESCO li ser înternetê ji bo her dewletê beşekê vekiriye. Her dewlet xebatên xwe yên di vê mijarê de li wir nivîse. Me li beşê Tirkiyê nêrî vala ye.

Pena navnetewî jî par di civîna xwe ya Belgradê de, di derbareyê perwerdeya zimanê dayikê de biryareke girîng girt û Navenda PENê bangeke weha kir: “Di warê mafê zimanê dayikê de, ne bi tenê dewlet, pêwîst e ku hemû dem û dezgehên sivîl û kesayetî hewl bidin ku perwerdeya bi zimanê dayikê mafeke xweristiye, wijdanî ye, pedagojîk û mirovahî ye û pêwîst e ku her kes bi zimanê we perwerde bibe… Hemû ziman û ҫand werin parastin, geşkirin û zîndîkirin…” Herweha Navenda Pena Navnetewî ji alfabeyên her zimanî logoyeke xweşik ava kir.

Li gorî Statîstîkên UNESCO yên herî dawî li seranserê cîhanê îro 2473 ziman di rewşeke nebaş de ne, pêşeroja van zimanan tarî ye û her roj ber bi wendabûn û mirinê ve diҫin. Herweha li Tirkiyê jî 18 ziman di vê rewşa talûke de ne. Weke tê zanîn li Tirkiyê 26 ziman hene û ji 18 niha li ber mirinê ene. Ji van 18 zimanê ku li Tirkiyê ketine rewşeke talûke, abazî, ҫerkezî, suryanî, ermeniya rojava, ladino, gaguzî, zazakî, lazî, kabatayî û hwd…

Li Tirkiyê ji derî tirkî hemû zimanên din qedexe ne. Li gorî hinek lêkolînvanan li Tirkiyê 33 zimanên cuda û li gorî hinekan jî 26 zimanên cuda hene. Yên ku dibêjin 33 ziman hene, zaravayan jî wekî zimanên cuda dihesibînin. Di rastiya xwe de 26 zimanên cuda li Tirkiyê hene an jî hebûn. Ji ber ku gelekên wan niha êdî kes tune ku bipeyive. Hinek ji wan mirine û hinek jî li ber mirinê ne.

Zimanê kurdî bi sala in ku ji aliyê dagîrkeran ve ji her alî û metodi ve tê helandin,bişaftin (asîmîlasyon) û qedexekirin. lê hîn jî bi hemû mezinî û dewlemendiya xwe dijî. Kovara ziman a fransî “Le Francais Dans Le Monde” di hejmareke xwe par de ji bo zimanê kurdî sernivîseke weha bi kar anî. “Li cîhanê zimanê herî dewlemed û bi bandor kurdî ye.” Kovar di nivîsa xwe ya analîz û dirêj de destnîşan dike hîn îro jî kurdî li cîhanê di nav zimanên axaftinê de di dora 31. de ye û li Rojhilata Navîn jî piştî erebî, tirkî û farisî, kurdî di dora ҫarem de ye.

Hîn îro jî li Tirkiye, Îran î li Suriyê bi mîlyonan zarokên kurdan her roj tên asîmîlekirin. Sistemên perwerdeyên van hersê dewletan yek ji yeka din şoventir, nîjadperestir û asîmîlekartir e. Di perwerdeyê de plannameyeke (mufredateke) weha ҫêkirine û piştî dibistana seretayî êdî polîtîkaya wan a asîmîlê digêhe armanca xwe. Zarokên kurd ku dest bi dibistanê dikin piştî heşt salan êdî ji ziman, ҫand û nasnameya xwe bi dûr dikevin. Dibin kesekî din. Karakterên xwe yên netewtî wenda dikin.

Ji aliyê zanistiyê ve jî hatiye, pejrandin ew zarokên ku bi zimanê dayika xwe nexwînin, perwerde nebîn, bi dare zorê zimanê wan qedexe bin û bi zimanekî biyanî perwerde bibin promlem û serêşiyên piralî derdikevin hole. Şagird tênagehîn, napeyivin, bi xwe bêbawer in, problemên wan ên zîhnî ҫêdibin. Dikevin krîzê, dibin kesên tolaz, talûke, şerûd û bêşexsiyet. Di encamê de civak bi xwe serûbino dibe. Ji kesên seqet civakeke seqet peyda dibe.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket