Konsulê Rûsyayê: Yekîtî di pêşxistina aştî û diyalogê de xwedî roleke girîng e

Kurdistan 09:38 PM - 2024-04-18
Maksîm Rubin Konsulê Giştî yê Rûsyayê li Herêma Kurdistanê PUKMEDIA

Maksîm Rubin Konsulê Giştî yê Rûsyayê li Herêma Kurdistanê

YNK

Maksîm Rubin Konsulê Giştî yê Rûsyayê li Herêma Kurdistanê û şanda pê re serdana Ofîsa Ragihandin û Hişdarî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê kir û şanda mîhvan ji aliyê hejmarek ji endamên ofîsê û berpirsên kanalên ragihandinê ve hat pêşwazîkirin.

Konsulê Rûsyayê di daxuyaniyeke taybet de ji PUKMEDIA re, amaje bi peywendiyên dîrokî yên navbera gelê Kurdistanê û gelê Rûsyayê kir û tekezî li ser xwesteka welatê xwe ji bo pêşxistin û bihêztirkirina wan peywendiyan kir û got: Em baldarin in ku peywendiyên xwe li gel Herêma Kurdistanê pêş bixin. Bi taybetî ligel Yekîtiya Niştimanî.

Maksîm Rubin tekez kir: Serdana vê dawiyê ya Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Bafil Celal Talebanî bo Moskowê li ser asta siyasî û dîplomasî gelek girîng bû. Serdanê di derdora siyasî û çapemeniyê deng da.

Got jî: Medyayê roleke mezin di pêşxistina peywendiyên dualî di navbera Rûsya û Herêma Kurdistanê de, avakirina raya giştî û gihandina bûyer û agahiyan heye.
Konsulê Rûsyayê eşkere kir: Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê hêzeke çalak e di warê siyasî, hikûmranî û dîplomasî li Herêma Kurdistanê û herwiha roleke wê ya girîng di arastekirina siyaseta aştîxwazî û zimanê diyalogê de heye ji bo çareserkirina her pirsgirêkekê.


PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê

Kurdistan 06:25 PM - 2024-05-01 Mekteba Siyasî YNKê di civînê daye

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket