Serok Bafil derbarê konferansa mekteba rêxistinî peyamek ragihand
YNK 11:27 PM - 2024-02-11Serok Bafil
Bi boneya serkeftina duyemîn konferansa mekteba rêxistinê Serokê
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê BafIl Celal Talebanî peyamek arastey berpirsê
Buroyê, rêheval û têkoşerên têkoşîna rêxistinî kir û wiha got: Pêşniyaz û
pêşniyarên we dê bi baldarî bên nirxandin ji bo xebatên we yên rêxistinî wê
weke nexşerêyeke nû bê bicihanîn.
Naverokê peyamê:
Birêz berpirsê Buroya Rêkxistinî ya Yekîtiya
Niştimaniya Kurdistanê
Heval û aktîvîstên têkoşîna rêxistinî
Serkeftina konferansa duyemîn a Buroya
Rêxistinê pîroz dikim û ji dil û can serkeftinê ji we ra dixwazim.
Lidarxistina konferansa 3 rojî (Bernameya Nû ji bo
Rêxistinkirina serdemî) û diyalogên federal û hevalan ji bo danîna pêşniyarên
nû ji bo ji nû ve birêxistinkirina jiyana rêxistinî li ser asta nivîsgeh,
navend, komîte û saziyan cihê spasî û pesnê me ye.
Rêhevalên hêja
Bê guman wê pêşnîyaz û pêşnîyarên we bikevin ware
cîbixîkirinê û bi vê pêngavê hemû saziyên me bi awayekî rast û nûjen xebatên
xwe yên rêxistinî bidomînin û baştir xizmeta welatiyan bikin û bigihin armancên
xwe yên bilind.
Birêz
Peydakirina derfetên zêdetir ji ciwan û jinan
re wek enerjî û nêrînek nû, rûyekî ronîtir dide konferansa we, û ez piştrast im
ku bi beşdarbûna wan û sûdwergirtina ji ezmûnên dewlemend û berfereh yên
çalakvanên me, em dikarin di hemû astan de xebatên xwe baştir birêxistin bikin
û kar û barên me li gorî daxwaz û pêdiviyên lezgîn bin.
Hevalên Yekîtiya Niştimanî
Lidarxistina Konferansa Desteya Ragihandinê û
Hişyariyê li Ofîsa Ragihandinê û piştre jî Konferansa Ofîsa Rêxistinan,
destpêka qonaxeke nû ya xebatên me yên rêxistinî ye, nûkirina hemû ofîs û
saziyên partiyê pêwîstiyeke û divê em hemû bi ruhekî federalî berpirsane ber bi
nûbûnê ve bimeşin û bername û projeyên we bi rewşa niha re hevdeng bin, û
guhertinan bikin û emê piştgir û piştevanê we bin.
Her tim şad û bextewar bin.
Bafil Celal Talebanî
Serokê Yekîtiya Niştimanî ya
Kurdistanê
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Li Silêmaniyê wê kargeheke cilûbergên leşkerî bê vekirin
08:32 PM - 2024-05-13 -
Partiya Zehmetkêşan: Helwestên YNKê bi nirx in
05:27 PM - 2024-05-13 -
73 hejmara heftaneya dîjîtal a Îngilîzî hat weşandin
09:35 AM - 2024-05-12 -
Emê bibin alîkar ku peywendiyên Kurdistanê û Iraqê bihêztir bibin
02:15 AM - 2024-05-12
zêdetir tamaşe bike
Talebanî: Ji bo sermayedarên Helebce asankariyê bikin
10:57 PM - 2024-05-13
Hêzên Asayîşê li Silêmaniyê ' Dûpişk' girtin
05:11 PM - 2024-05-13
Qubad Talebanî: Pirsgirêka mûçe hat çareserkirin
02:10 PM - 2024-05-13
Cîbicîkirina biryarên Dadgeha Federal dibe merc bo şandina mûçe
02:00 PM - 2024-05-13
zortrin xwendraw
-
Qubad Talebanî: Pirsgirêka mûçe hat çareserkirin
Kurdistan 02:10 PM - 2024-05-13 -
Cîbicîkirina biryarên Dadgeha Federal dibe merc bo şandina mûçe
Kurdistan 02:00 PM - 2024-05-13 -
Hêzên Asayîşê li Silêmaniyê ' Dûpişk' girtin
Kurdistan 05:11 PM - 2024-05-13 -
Partiya Zehmetkêşan: Helwestên YNKê bi nirx in
Kurdistan 05:27 PM - 2024-05-13 -
Talebanî: Ji bo sermayedarên Helebce asankariyê bikin
Kurdistan 10:57 PM - 2024-05-13 -
Li Silêmaniyê wê kargeheke cilûbergên leşkerî bê vekirin
Kurdistan 08:32 PM - 2024-05-13 -
Serok Bafil: Em li dijî hewldanên astengkirina hilbijartinan in
Kurdistan 09:18 AM - 2024-05-14