Li Başûrê Kurdistanê çalakiyên 8’ê Adarê

Jin 12:39 PM - 2022-03-03

Li bajarê Silêmanî jinan di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê de pêşangeha wêneyan vekirin û li bajarokê Qeladizê jî jinan ji bo pîrozbahiya 8’ê Adarê belavok belavkirin û jin vexwandin şahiyê.

Çalakiyên ji bo 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê destpêkirine, di vê çarçoveyê de li bajarê Silêmanî yê Başûrê Kurdistanê bi pêşengiya Rêxistina Azadî Kurdistan pêşangeheke wêneyan ya bi navê “Ked û hûnera jinan bingehê civakê ye” hat vekirin. Di pêşengekê de wêneyên 14 wênekêşên jin hatin nîşandan.

Li bajarokê Qeladizê ya herêma Raperîn jî Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê ji bo şahiya 8’ê Adarê li kolanên sereke yên bajarokê belavok li jinan belav kirin û jin vexwendina şahiya 8’ê Adarê. Şahî wê bi tevlêbûna gelek hunermendan li herêma Berdeqareman a girêdayî Silêmanî (Derbendî Baziyan) bê lidarxistin.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket