Jina şoreşvan mora xwe li dîroka tekoşînê da
Jin 06:39 PM - 2022-02-23
Jina şoreşvan a kurd dede Hêro mora xwe li dîroka tekoşîna rizgariya neteweyî Kurdistan da.
Jina şoreşvan û polayî xebatkara serî çiyayên Kurdistanê Hêro Îbrahîm Ehmed yek ji jinên ku pêncemora xwe li ser rûpela dîrokê xistiye ye.
Piştîvana herî mezin a doza gelê kurd li Rojavayê Kurdistanê ye.
Hêro Xan Îbrahîm Ehmed xelata Papaya watedar li Dêra Mar Yusif wergirt.
Her weha xelata duyemîn jî ya Papa yê Vatican ji bo jina şoreşger ya herî bihêz Hêro Ibrahim Ehmed re hat pêşkeşkirin.
Ew xelat ji bo wê yekê ye ku Hêro Xan bi awayekî pir baş xizmeta bi mirovên penaber û awere û Bêkes û hejar an kiriye û bi mirovdost hatiye naskirin û ji ber wê yekê jî, ew xelat li layîqî hatiye dîtin.
Endama politburoya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê Hêro Îbrahîm Ehmed xelata Papayê Vatîkanê wergirt.
Îro roja yekşemê 15-1-2016`an ser nîvro, rêxistina Asis Pakis Enternaşyonal û nûnerê Papayê Vatîkan Li pay Karên mirovdostî Hêro Xanê de, ku çendîn xelatên cîhanî ji bo Hêro Xanê hatiye pêşkeş kirin û em kêfxweşin bi vê kar û xelatên ku wergirtiye û bi hêvî ne her berdewam be li ser karên mirovdostî.
Piştî çendîn kar û xebatên bo penaber û awere û xwedîlêderketina li mirovên hejar û bê kes, Îro roja yekşemê Hêro Xan li Dêra Mar Yusif a li Silêmaniyê ji aliyêrêxistina Asis Pakis Enternaşyonal û nûnerê Papayê Vatîkan ve hat xelat kirin.
Pîroz be li herdu serkirdeyên YNK ên naskirî Xato Hêro Ibrahîm Ehmed û rêzdar Kosret Resûl Elî yên ku ji destpêka şoraşa gelê kurd ya Başûrê Kurdistanê ve di nava tekoşîn û xebata fermî de ne û bi bê dûrketin û an jî rewastandin.
Jina şoreşger û tekoşer ê kurd Hêro Ibrahîm Ehmed hevrê û hevjîna rêberê şoreşa rasteqîne ya nû û sekreterê giştî ya YNK`ê serokê nemir Mam Celal e, weku yekem serokê hilbijartî yek serokkomarê Kurd gihîşte serê desthilatdariya desturî li Êraqa federal a demokrat.
Ji çiyayên Kurdistanê gihîşte koşka komariya Bexdadê
Di destpêka şoreşa Başûrê Kurdistanê û heya rizgarkirina wê, bêtir ji 60 salî serok Mam Celal mora xwe li ser kar û xebata nîştimanî ya vê perçeyê welat xistiye û li nser rûpela dîroka nûh ya gelê Kurdistanê bi şoreşeke nûjentir û bi remaneke sosyal demokrat derkete holê û dikarî ji sengerên pêşmergeyetiya çiyayên Kurdistanê ber bi koşka komariya nÊraqê ve bi rêkeve û cihê dîktetorekî ku bi birîna serî wî sondxweribû bigre û piştre li ser bidarvekirina wî dîktetorî jî mor û wajo neke.
Her weha piştî ku raperîna gelê Kurdistanê bi girsayî dest pê kir, rewşa desthilsata rêjîma bas guhert û ew raperîn raperîneke dîrokî li dijî rêjîma Basê rabibû, di encamê de, gelê Kurd dikarî li hemû bajar û bajarokê Herêma Kurdistanê yeke bi dûv yekê de rizgar bikirane û gelek şehîd û pakrewanên mezin pêşkêşî wê serhildanan dîrokî hatin kirin.
Em cansaxiyê jê re dixwaz in.
Hozan Efrînî
hewal ziyatr
-
Rêveberiya Dijî Terorê girtina terorîstekî DAIŞê radigihîne
11:14 AM - 2024-05-02 -
Genimê cotkarên Herêma Kurdistanê 2 trîlyon dînar e
05:22 PM - 2024-05-01 -
Qubad Talebanî: Em ji bo yekkirina mafên yasayî yên kedkaran kar dikin
12:23 PM - 2024-05-01 -
Mekteba Siyasî: Karker di refên herî pêş ên tevgera Kurd de bûn
11:16 PM - 2024-04-30
zêdetir tamaşe bike
Kurdistan 11:53 AM - 2024-05-02 Ziyad Cebar: Yekîtî beşdarî ti civînekê bo paşxistina hilbijartinan nabe
YNKê: Emê li dijî her hewleke nerewa ya paşxistina hilbijartinan in
11:32 PM - 2024-05-01
Mekteba Siyasî YNKê di civînê daye
06:25 PM - 2024-05-01
Amadekariyên me ji bo hilbijartina berdewam in
04:35 PM - 2024-05-01
Serok Bafil: Karkirina ji bo bihêzkirina mafên karkeran yek ji erkên Yekîtî ye
01:36 PM - 2024-05-01
zortrin xwendraw
-
YNKê: Emê li dijî her hewleke nerewa ya paşxistina hilbijartinan in
Kurdistan 11:32 PM - 2024-05-01 -
Rêwaz Fayq: Nabe derfeta Hilbijartinê ji dest bidin
Kurdistan 12:14 PM - 2024-05-01 -
Mekteba Siyasî YNKê di civînê daye
Kurdistan 06:25 PM - 2024-05-01 -
Serok Bafil: Karkirina ji bo bihêzkirina mafên karkeran yek ji erkên Yekîtî ye
Kurdistan 01:36 PM - 2024-05-01 -
Amadekariyên me ji bo hilbijartina berdewam in
Kurdistan 04:35 PM - 2024-05-01 -
Qubad Talebanî: Em ji bo yekkirina mafên yasayî yên kedkaran kar dikin
Kurdistan 12:23 PM - 2024-05-01 -
Ziyad Cebar: Yekîtî beşdarî ti civînekê bo paşxistina hilbijartinan nabe
Kurdistan 11:53 AM - 2024-05-02 -
Genimê cotkarên Herêma Kurdistanê 2 trîlyon dînar e
Kurdistan 05:22 PM - 2024-05-01