Qubad Talebanî: Kuştina jinan namûs nîne

Jin 01:43 PM - 2022-02-23

Cîgirê Serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî, piştî mirina jina ku hevjînê wê li bajarê Silêmaniyê agir berdabû bedenê, peyamek derbarê tundiya li ser jinan belav kir.

Qubad Talebanî li ser rûpela xwe ya facebookê got: Bi nûçeya koça dawî ya Şnyar ew welatiya bêguneh ku tenê tawana wê jin bû, ez gelek xemgîn bûm.
Wî her wiha got: Di dema ku ez destxweşiyê li hewlên polîs û hêzên Asayîşê dikim ji bo girtina kesê tawanbar bi encamdana vê tawanê, ez gelkî xemgînim ji ber ku di sala 2022an de em hîn di civakekê de dijîn ku tê de zilamên ku bi îşkence, gef û kuştinê difikirin hene û kuştina jinan normale, mixabin.

Ûgot jî ya herî zêde min diêşîne bêdengiya civakê ye, erkê me ne tenê girtin û cezakirina kujerên jinan e, lê wek civak, şêx û ciwan, hikûmet û civaka sivîl, dadgeh û mizgeft, divê ku em bi yek deng bêjin “Êdî bes e” em qebûl nakin, êdî dem hatiye ku diyardeya kuştina jinan bi dawî bibe, ji ber ku kuştina jinan rûmet nîne.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket