Koçberî: 30,000 Êraqî li kampa Holê ya Sûriyê ne
Êraq 01:41 PM - 2022-02-16
Wekîlê Wezareta Koç û Koçberan li Hikûmeta Federal Kerîm El-Nûrî piştrast kir ku wezaret beşdarî vegera aware û penaberên Êraqî bo malên xwe dike.
El Nûrî îro Çarşemê di hevpeyvînekê de ligel ajansa nûçeyan a Êraqî (WAI) got: “Mafê her Êraqiyek heye ku ji bo jiyan û paşerojeke baştir û mafê geştiyariyê hêvî bike, lê kesên ku Êraqiyan dixapînin hene, bi taybetî Êraqiyên li Belarûs, ku çete û mafya hene ji bo qaçaxçîtiya xelkê bi koçberiya neyasayî û xistina wan ber bi xeta sînorî ku dirêjahiya wê 600 km di navbera Lîtvanya û Polonya de ye, û ti armanceke wan ji bilî derxistina pereyan nîne, û da zanîn ku "piraniya Êraqiyan niha di nav daristanan de di bin sermaya zêde de asê mane, lewra hikûmet hem li Moskow û hem jî li Polonya bi tundî tevdigere ji ber ku balyozxaneya Êraqê li Belarusê nîne."
Nûrî her wiha got, "Êraqê dest bi gavên erênî kiriye, di nav wan de rawestandina geştên asmanî bo Belarûs û guhertina geştên awarte ji Belarûs bo Bexdayê", û da zanîn ku "piraniya koçberên asê mane ku hatine vegerandin, 95% ji Herêma Kurdistanê ne."
Derbarê penaberên Êraqî yên li kampa Holê li Sûriyê, Nûrî got ku "kamp bi qasî 13 km dûrî Êraqê ye û têde 70 hezar kes ji hemû neteweyan di nav wan de 30 hezar Êraqî hene" û da zanîn ku "Êraq komîteyek ji ewlekariya niştimanî û Wezareta Koç û Koçberan ava kir, karî ewlehiya hin pêkhateyan kontrol bike, yên ku dixwazin vegerin welatê xwe ku gumana wan a ewlehiyê nîne.”
Wî berdewam kir: "Piştî koça yekem di sala 2014an de, ku mezintirîn koçberiya navxweyî ye piştî ketina DAIŞê, hejmara awareyan gihîşt 850 hezar malbatan li nêzîkî 170 kampan, û piştî hewlên hikûmetê, me karî 50 kampan bigrin. Tenê 26 kamp li Herêma Kurdistanê mane."
PUKmedia
hewal ziyatr
-
Rêveberiya Dijî Terorê girtina terorîstekî DAIŞê radigihîne
11:14 AM - 2024-05-02 -
Genimê cotkarên Herêma Kurdistanê 2 trîlyon dînar e
05:22 PM - 2024-05-01 -
Qubad Talebanî: Em ji bo yekkirina mafên yasayî yên kedkaran kar dikin
12:23 PM - 2024-05-01 -
Mekteba Siyasî: Karker di refên herî pêş ên tevgera Kurd de bûn
11:16 PM - 2024-04-30
zêdetir tamaşe bike
Kurdistan 11:53 AM - 2024-05-02 Ziyad Cebar: Yekîtî beşdarî ti civînekê bo paşxistina hilbijartinan nabe
YNKê: Emê li dijî her hewleke nerewa ya paşxistina hilbijartinan in
11:32 PM - 2024-05-01
Mekteba Siyasî YNKê di civînê daye
06:25 PM - 2024-05-01
Amadekariyên me ji bo hilbijartina berdewam in
04:35 PM - 2024-05-01
Serok Bafil: Karkirina ji bo bihêzkirina mafên karkeran yek ji erkên Yekîtî ye
01:36 PM - 2024-05-01
zortrin xwendraw
-
Kurdistan deyndarê kedkaran e
Kurdistan 10:36 AM - 2024-05-01 -
YNKê: Emê li dijî her hewleke nerewa ya paşxistina hilbijartinan in
Kurdistan 11:32 PM - 2024-05-01 -
Rêwaz Fayq: Nabe derfeta Hilbijartinê ji dest bidin
Kurdistan 12:14 PM - 2024-05-01 -
Mekteba Siyasî YNKê di civînê daye
Kurdistan 06:25 PM - 2024-05-01 -
Serok Bafil: Karkirina ji bo bihêzkirina mafên karkeran yek ji erkên Yekîtî ye
Kurdistan 01:36 PM - 2024-05-01 -
Amadekariyên me ji bo hilbijartina berdewam in
Kurdistan 04:35 PM - 2024-05-01 -
Qubad Talebanî: Em ji bo yekkirina mafên yasayî yên kedkaran kar dikin
Kurdistan 12:23 PM - 2024-05-01 -
Genimê cotkarên Herêma Kurdistanê 2 trîlyon dînar e
Kurdistan 05:22 PM - 2024-05-01