Dixwaz im Zû Nas Nekim

Jin 06:04 PM - 2022-02-15

Minjî dixwest mirova zû nas nekira,
Ku jîyana min hêsa bimeşya,
Bi nasîna hineka kêfxweş, heyr - hijmekarim,
Hinekajî gava nas dikim  lezo - bezo ji wan dibezim,
Mixabin, zû nas dikim îtbara xwe wan naynim,
Mirovê başra heta - hetayê dost û hevalim,
Hene mirov min wan qet nedîtye,
Kar û kirin, okîyana çev bese,
Wekî qîmetê bidime wan, ku ewan kîne,
Ji çi hevîrê hatine sitiranê,
Ber bi kê, çi bînê hiltînin,
Ew mirovana, kê ruhva zanene,
Dilva paqijin, rastyê dibêjin,
Dixweze parsekê ber dîwarabin,
Mirovê lape hêsîr û feqîrbin,
Ewan taca serê minin,
Lê mirovên tecewiz,
Dixweze sed zangoyajî xilazkin,
Ruhva hertim nimiz dimînin,
Hezar rûyê xweye fêlbazva,
Dixwazin hilkşin jor û zirarê bidin dev - dorê xwe,
Minjî dixwest haj bayê dinê tûnebama,
Ku emirê min rehet berdewamba.
Ditirsim wê bê demekî,
Ezê hezkim tenêtî,
Dest bikşînim ji mirova,
Bijîm tenê hestê xwera.
##Seyran

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket