Helwesta YNKê derbarê Rojavayê û nehîştina terorê de bilind hat nirxandin

Kurdistan 05:33 PM - 2022-02-06

Politburoya YNKê pîrozbahî li Amerîka û HSDê kir


Politburoya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê pîrozbahî li Amerîka û HSDê kir û wiha di peyamê de hatiye gotin: "Bi boneya serkeftina çalakiya li dijî rêberê DAIŞê ku ji aliyê Amerîka û bi alîkariya HSDê ve rû da, em germtirîn pîrozbahiyan li Amerîka û HSDê û hemû hêzên hevpeymana li dijî terorê ên gelê Kurdistan û navçe û cîhanê bi giştî dikin."
Em destxweşî li we dikin di şerê li hemberî terorê de, ew şerê nîştimanî ye û cîhanî ye, li her cihekê bin ew terorîst, wê li hemberî wan bê rawestandin û wek çawa seriyên wan têne jinavbirin ku bi hevkariya Hêzên Sûriye Demokrat û hêzên hevpeymanan ew serkirdeyên terorê jinav dibin.

Talebanî: Kuştina Qureyşî pêngaveke mezin e ji cenga li dijî terorê re

 Talebanî derbarê kuştina Ebdula Qureyşî de wiha got: Kuştina Qureyşî pêngaveke mezin e ji cenga li dijî terorê re.
Cîgirê serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî derbarê kuştina mîrê DAIŞê yê li piştî Ebu Bekir Bexdadî hatibû destnîşan kirin wek rêberê DAIŞê ragiahnd: "Kuştina Ebdula Qardaş ku naskiriye bi Ebu Ibrahîm Qureyşî, pêngaveke mezin e ji cenga li dijî terorê re."
Di peyama xwe de, Talebanî amaje bi wê yekê kir ku bi berdewamî jinavbirina serkirdeyên wa rêxistinê girînge lê belê pêwîste hemû kes û alî baştir li ser destnîşankirin û çareserkirina wan fakterên sereke kar bikin ku dibe bi sedema bîrê tundrewaî û tundûtîjî ên wan rêxistinan ku di nav de hejarî û bê hêvî jî heye.

Nerînên rojnamevan û siyasetvan û yasaynasên kurd bi vê rengî ye:

Li hemberî wê helwesta Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê ya gelek girîng û giranbuha , hinek ji rojnamevan û yasanas û siyasetvanên Rojavayê Kurdistanê ew helwestên YNKê pir giranbuha nirxandin.

Nerîna rojnamevan û nivîskar Mihemd Beşar

Her di wê barê de, rojnamevan û nivîskar Mihemed Beşar ku derçûyê kolîja wêje li zanîngeha Silêmaniyê ye û di gelek kenalên kurdî de xebatên rojnamegeriyê kirî û hîn jî li Rojavayê Kurdistanê dike wiha ji PUKmedia`yê re ragihand: "Di vê qonaxa hestyar û çarenivîsaz de ku Rojavayê Kurdistanê têde derbas dibe, her piştgiriyek çiqasî biçûk be jî gelekî girîng e, û heger ev piştgirî ji aliyekî mezin û xwedî biryar be, ji xwe ew gelekî bi bandor  e."
Beşar di dirêjahiya nerîna xwe de dibêje: Birêz Qubad Talebanî rêzgirtina xwe li hember fedakariya QSDê nîşan da û got metirsiya DAIŞ li ser Herêma Kurdistanê û Iraqê jî maye.
Ev helwesta birêz Qubad û helwesta YNKê bi giştî li hember Rojava giring e û bi tîpên zêrîn di dîrokê de tê tomarkirin, lê em li bendê ne ku zêdetir piştgiriya Rojava bê kirin.

Nerîna parêzer Mistefa Muslim Kobanî


Derbarê girîngiya helwesta YNKê de, yasdanas Mistefa Mislim dibêje: Helwesta Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê ji bo piştgiriya kurdên Rojavayê Kurdistanê, ji berê ve naskirî ye û cihê rêz û pêzanînê ye û her ji serdemên serok Mam Celal û heya roja îro her piştgir û alîkar in bi kurdên Rojavayê Kurdistanê re.

Derbarê girîngiya helwesta Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê de, ku li hemberî Rojavayê Kurdistanê ji berê û niha jî, yasanas û serokê komîteya yasayî ya Encûmena Penaberên Kurd ê Rojavayê Kurdistanê parêzer Mistefa Mislim ku ji Kobanî ye dibêje: " Helwesta Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê ji bo piştgiriya kurdên Rojavayê Kurdistanê, ji berê ve naskirî ye û cihê rêz û pêzanînê ye û her ji serdemên serok Mam Celal û heya roja îro her piştgir û alîkar in bi kurdên Rojavayê Kurdistanê re."

Di dirêjahiya axiftina xwe de, parêzer Mistefa Muslim wiha pêde çû û got: " Heya îro Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê piştgiriya xwe ji Rojavayê Kurdistanê re çi bi siyasî û çi bi aborî dewam dike."
 Nerîna kurê şehîdê YNKê Xalid Xelîl Efrînî

Samî Xalid wiha aşkire kir ku ev pêngavên ku HSDê li dijî terorê avêtin gelek girîngin û piştgiriya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê ji şoreşa Rojavayê Kurdistanê ji berê ve jî heye.

Samî Xelîl di dirêjahiya axiftina xwe de, got:  "Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê ji roja destpêkirina şoreşa nû ya Kurdisatnê û heya vê rojê, herdem alîkariya parçeyên din ên Kurdistanê kiriye û bi taybet ê Rojavayê Kurdistanê ku di rêbertiya YPGê û HSDê de şoreşê dest pê kir û YNKê bi hemû hêz û tiwaneya xwe destek da û hevkarî û alîkariya bi hemû awayekî kir."

Her derbarê helwest û destxweşkirina vê dawiyê de jî, Kurê şehîd Xalid wiha dazanîn: "Ev helwesta YNKê li hemberî pêngavên HSDê li hemberî terorê gelek mezin û girînge, careke din di kuştina serokê DAIŞê Ebu Ibrahîm Qureyşî de jî, hem politburoya YNKê û hem rêzdar Qubad Talebanî destxweşî li Amerîka û HSDê kirin û piştgiriyên xwe careke din dubare kirin. Ez wek lawê şehîdekî YNKê, bi helwesta Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê serbilind im."

Nerîna siyasetvan Fethulla Huseynî

Nerîna endamê nûneretiya Rojavayê Kurdistanê li Herêma Kurdistanê û endamê serkirdeyetiya partiya çep a kurd li Sûriye Fethula Huseynî wiha ji PUKmedia`yê re anî ser ziman û got: "Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê herdem xwedî helwesta netewî bû ye û alîkar bû ye bi şoreşa Rojavayê Kurdistanê re û em vê helwesta YNKê û ê birêz Qubad Talebanî gelek girîng dinirxînin û cihê rêz û pêzanînê ye."

Fethula Huseynî di dirêjahiya axiftina xwe ji PUKmedia`yê re wiha zelal kir: "Her weha di serdema berxwedana Kobanê û di rojên tang û aloz û dijwar de, Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê herdem xwedî helwestên nîştimanî bû ye, Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê herdem wiha kar kirî ye û xwe daye pal kurdên Rojavayê Kurdistanê û alîkar bû ye û heya bi Hêzên Sûriye Demokrat (HSD)ê re li dijî terorê gelek bihêz alîkar bû ye û helwesta rêzdar Qubad Takebanî jî, gelek hêja û cihê rêz û pêzanînê ye."

 

PUKmedia-Hozan Efrînî

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket