Reîsî: Em di danûstandinên Viyêne de berdewam in

Cîhan 10:26 AM - 2022-01-26

Serokomarê Êranê Îbrahîm Raîsî ragihand ku Tehran dê danûstandinên li Viyêne li ser dosyaya xwe ya navokî bidomîne, bêyî girêdana hemû dosyeyan bi van danûstandinan.

Rayîsî di daxuyaniyekê de got ku "Tehran berdewam e li ser rakirina sizayan û têkbirina wan di heman demê de", û bal kişand ser vê yekê ku kar li ser vê armancê bi riya danûstandina bi Rûsya, welatên cîran û herêmê re pêk tê.
Wî berdewam kir: "Siyaseta me ya derve, danûstandin bi welatên curbicur ên cîhanê re destnîşan dike, ji bilî wan welatên ku bi mebesta rûbirûbûna bi me re."
Û li ser serdana xwe ya Rûsyayê jî, wî got ku "ew tijî rûxweşî bû, lê encamên wê ji xuyangiyê girîngtir in."
Bal kişand ser wê yekê ku di hevdîtina xwe ya ligel hevtayê xwe yê Rûsî Vladimîr Pûtîn de ku 3 demjimêran berdewam kir, wan dosyayên herêmî, dualî û navdewletî û di nav wan de pirsa Sûriyê gotûbêj kirin, me li ser hevkariya teknîkî ya bi Rûsyayê re û hevkariya di gelek waran de, ji nav wan veguheztin, neft û gaz û rêya veguheztina bazirganî ya bakur-başûr gotûbêj kir û derbara wan gihîştin biryar.
Derbarê danûstandinên Viyenê, wî got ku "daxwazên dewletan ji bo diyaloga rasterast bi me re ne nû ne, lê me heta niha danûstandinên rasterast bi wan re nekiriye."

 

PUKmedia /Ajansan

 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket