Daxuyanî Ji Nerîna Gîştî Re
Kurdistan 06:38 PM - 2022-01-23
Di dîroka 20 / 1 / 2018an de balafirên Turkî dest bi tpobarankirina navenda bajarê Efrînê û gund û navçeyên wê kirin. Herwiha hêzên dagîrkeriya Turk û nandozên artêşa niştimanî ya Sûrî bi hemû çekên xwe yên giran bajarê Efrînê dagîrkirin di encamê de bi sedan pakrewan û bi deh hezaran ji gelê me koçber bûn ji ber tpobarankirina beyalî û ezmanî bi ser herêmê de. Piştî Çar salan ji dagîrkeriyê heya niha herêma Efrînê rastî tawan û binpêkirinan tê , çekdarên îslamî di dermafê welatiyên kurd de di kiryarên xwe yên ne mirovî de berdewamin ji talan , dizî , û destdirêjahiya li ser samanên wan , herwiha girtin , revandin û kuştinê li dijî wan bi kar tînin bi aramanca xizankirin û perîşan kirina welatiyên kurd da ku ew neçar bibin ku dest ji gund û bajarê xwe berdin û koçberiyeke firehtir di nav kurdan re were kirin û guherîna dîmixrafî li Efrînê pêk bînin. Siyasetên ku dewleta Turkiyê dimeşîne ew siyaseteke pilankiriye ji bo tunekirina gelê kurd û berdewamiya pilanên wê ye ji dagîrkeriya xaka Sûrî re. Em di Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê vê bêtar û felaketê bi xemgîniyeke mezin di dermafê êş û azariyên gelê xwe de bi bîrtînin , herwiha em wan cangoriyên ku di ber xak û rûmeta gelê xwe de canê xwe dane silav dikin û bi bîra xwe tînin , û van siyasetên Turk û Erebkirinê ya ku dewleta Turkiyê li herêmê dimeşîne em şermezar dikin. Di heman demê de em bang li civaka navdewletî , deste û rêxistinên mafên mirovan dikin ku bi erk û berpirsyartiya xwe rabin , û fişarê li ser Turkiyê bikin da ku dagîrkeriya xwe li herêmê bi dawî bîne , û peydakirina heyamek erênî û parastinek pêwîst ji bo vegera gelê kurd li Efrînê.
20 / 1 / 2022
Nivîsgeha Rêzanî ya Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê Werger ji Erebî : Hişmend Şêxo
PUKmedia
hewal ziyatr
-
Şalaw Kosret Resûl: Divê xizmeta herî baş bê pêşkêşkirin
09:56 PM - 2024-04-25 -
Komisyonê berdewambûna amadekariyên bo hilbijartinan piştrast dike
01:41 PM - 2024-04-25 -
Qubad Talebanî: Her rojek bîranîna tawanekê ye
05:53 PM - 2024-04-24 -
Serok Bafil beşdarî merasîma cenazeyê rêheval Elî Şemar dibe
07:47 PM - 2024-04-23
zêdetir tamaşe bike
Serok Bafil: Yekîtî berdewame ji bo qerebûkirin û xizmetkirina xelkê Qeladizê
02:16 PM - 2024-04-24
Amerîka: Rewşa azadî û mafên mirovan ber bi paşvebûnê ve diçin
01:51 PM - 2024-04-24
50 Sal bi ser bombebarankirina Qeledizê û Zanîngeha Silêmanî re derbas bû
09:45 AM - 2024-04-24
Merasîma xelata zêrîn a Bile birêve diçe
05:11 PM - 2024-04-23
zortrin xwendraw
-
Komisyonê berdewambûna amadekariyên bo hilbijartinan piştrast dike
Kurdistan 01:41 PM - 2024-04-25 -
Şalaw Kosret Resûl: Divê xizmeta herî baş bê pêşkêşkirin
Kurdistan 09:56 PM - 2024-04-25