Parêzgariya Silêmaniyê dest bi xizmetguzariyê bo kampên awareyan dike

Kurdistan 01:08 PM - 2022-01-23

Parêzgariya Silêmaniyê di vê demsala sar de û ji ber barîna berfê li navenda bajêr, destpêkirina pêşkêşkirina xizmetguzariyê bo kampên awareyên parêzgehê ragihand.

Berpirsê kampên awareyan Elî Fetah bi hevkariya parêzgeha Silêmaniyê ji PUKmedia`yê re ragihand: Parêzgeha Silêmaniyê bi hevkariya UNHCR di demsala zivistanê de xizmetên xwe pêşkêşî kampên awareyan dike, alîkariyên xwarin û jiyanê û enerjiyê, berî du heftiyan 240,000 dînar li ser koçberan hat belav kirin.
Fetah herwiha got: “Îro 100 hezar dînar li ser her malbateke awarebûyî li kampê ji aliyê Dezgeha Ewqafa Sunnî li Bexdayê ve hat dabeşkirin, herwiha 2 hezar betanî ji aliyê rêxistineke xêrxwazî ya Îslamî bi hemahengî ligel (DMCR) hat dabeşkirin û herwiha 40 lître li ser 300 jinebî û sêwî di kampê de û 40 lître nefta spî ji bo 500 malbatên koçber ji aliyê Komela Îslamî ya Kerkûkê ve, cil û berg ji bo zarokên koçber hatine dayîn, herwiha 20 germker, 200 betanî û 40 lître nefta spî. Ji bo 256 malbatan ji aliyê rêxistineke xêrxwazî ya Bexdayê ve, û ofîsa serokwezîrê federal Mistefa Kazimî 1000 betanî ji bo jinebiyan û zarokên sêwî yên li kampê hatin terxankirin.
Fetah wiha dewam kir: “Mixabin Rêveberiya Koç û Koçberan ev 2 meh in alîkariyên xwarinê nedaye û me jî weke Walîtiya Silêmaniyê û (DMCR) hemû alîkarî pêşkêşî wan kirine.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket