Dersînorkirina zêdetirî 3000 kesên biyanî ji Kerbelayê

Êraq 12:49 PM - 2022-01-16

Îro Yekşemê Rêveberiya Rewşa Medenî, Pasport û Niştecihbûnê li Kerbelayê dersînorkirina zêdetir ji 3 hezar kesên biyanî yên ji neteweyên curbicur bi sedema binpêkirina şert û mercên rûniştina li Êraqê ragihand.

Rêvebiriyê di daxuyaniyekê de got ku wê "3 hezar û 241 biyaniyên ji neteweyên cuda, ji derveyî xaka Êraqê, ji ber binpêkirina xalên yasaya niştecihbûna biyaniyan a Êraqî ya jimare 76 ya sala 2017ê, di heyama 2 Kanûna Duyem heta 26 kenûna yekem 2021`an dersînor kir.
Wê da zanîn ku "ev tedbîr dibin sedema peydakirina derfetên kar ji ciwanên me re û veberhênana enerjiya wan ji bo avakirina Êraqê, û em tekez jî dikin ku biyaniyên ku yasayê binpê dikin negirin û yekser cihê wan ragihînin da ku xizmeta berjewendiya giştî bike."

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket