Simoyê Şemo; Em Êzîdîn e

Wêje û Huner 05:35 PM - 2022-01-10

EM  ÊZDÎNE
Em êzdîne ,-
Hezar- hezar
Şûr me dîne,
Lê tu Yêrê ,
Tu quranê
Nehebîne.
Dînê ma ça
Kanîya zelal ,
Tim xulxulye
Nixta helal,
Ser kanîya me
Kaw kişîyaye ,
Heta vira
Serbest , zelal .
Rya dewrada
Em derbaz bûn ,
Lê tu ryada
Unda nebûn,
Çimk ser rya me
Li her dera ,
Şemsê me û
Zyaret hebûn .
Gelê milet ,
Ji me zeftir ,
Nîvê rêda
Bûne kevir ,
Lê Şemsê me ,
Zyaretê me ,
Em gîhandine
Hetanî vir.
Wana xweykir
Em agira ,
Derbêd xeder
Li her dera ,
Wekî hebe
Miletê me
Û dîn nede
Dîndar , pera ,
Wekî bebin
Pê negînin ,
Tu quranê ,
Nehebînin ,
Werên qûlbin
Em wî dînî
Heta rokê
Dinê hebin .
SIMOÊ ŞEMO

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket